Li Pirsûsê silava roja 178'an

Nobedarên berxwedanê yên li ser sînorê Pirsûs-Kobanê, di roja 178. de şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.

Li Pirsûsê silava roja 178'an
Nobedarên berxwedanê yên li ser sînorê Pirsûs-Kobanê, di roja 178. de şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.


Li gundên berxwedanê yên Pirsûsê, ku ji bo pîrozbahiya mezin a Newrozê ya 17'ê Adarê amadekarî lê tên kirin, bi çalakiya zincîra ji mirovan re pêngava azadkirina Kantona Kobanê ya YPG/YPJ'ê hat silavkirin.  Ji ber amadekariyên Newrozê, çalakiya îro bi tenê li gundê Elîzerê pêk hat. Bi sedan kesên li hev kom bûn, deqeyek rêz girtin û bi qîrîna dirûşman şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.

Güncelleme Tarihi: 11 Mart 2015, 14:50
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER