Li Şengalê çalakî: 2 çete hatin kuştin

Li Şengalê di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Li Şengalê çalakî: 2 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “27’ê Nîsanê saet di navbera 13.00 – 15.00’an de li derdora Taxa Sîttî Zeynep di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin û çeteyek birîndar bû.

Dîsa 28’ê Nîsanê saet 10.00’an li derdora girê Şehîd Erdal û heman rojê saet 18.30’î li Taxa Sûka Jêr li hemberî çeteyên di nav tevgerê de gerîlayên me bi çekên giran çalakî pêk anîne. Di encama vê de çeteyek hatiye kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.”

Güncelleme Tarihi: 29 Nisan 2015, 17:06
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER