Li Şengalê du serçete hatin kuştin

Hat ragihandin ku di çalakî û êrîşên hewayî yên Şengalê de serçeteyên bi navê Ebû Yakup Rabîa û Qasim Muhammed Îbrahîm hatin kuştin.

Li Şengalê du serçete hatin kuştin
 Hat ragihandin ku di çalakî û êrîşên hewayî yên Şengalê de serçeteyên bi navê Ebû Yakup Rabîa û Qasim Muhammed Îbrahîm hatin kuştin.


Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê encamên çalakiyên di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de aşkera kir.

HPG/YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

“12’ê Sibatê saet di navbera 14.00 û 15.00’an de hêzên me yên berxwedanê bi çekên giran, li navenda Şengalê li hember nuqteyên çeteyan êrîşeke pêk anîne. Di vê çalakiyê de cihên ku çete wek baregeh bikar tînin hatin derbkirin.

12’ê Sibatê saet 18.00’an li derdora Taxa Sûka Jêr çeteyan xwestiye êrîşekê pêk bînin. Di vê  êrîşa ku hêzên me yên gerîla ferq kirin, çete bi bandor hatine derbkirin, heta saet 22.00’an şevê pevçûn dewam kirine. Li vir bi awayekî zelal 3 çete hatine kuştin, yek ji wan serçeteyê bi navê Ebû Yakup Rabîa ye.”

HPG/YBŞ’ê da xuyakirin ku 12’ê Sibatê saet di navbera 20.00 û 21.00’an de hêzên Koalîsyonê bi balafiran nuqteyên çeteyan bombardûman kirine û di bombardûmanê de serçeteyê bi navê Qasim Muhammed Îbrahîm hatiye kuştin.

Güncelleme Tarihi: 13 Şubat 2015, 16:29
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER