Li Til Temir 4 çete hatin kuştin

Li derdora bajarokê Til Temirê, di encama çalakiyeke hêzên hevbeş de 4 çete hatin kuştin.

Li Til Temir 4 çete hatin kuştin
Li derdora bajarokê Til Temirê, di encama çalakiyeke hêzên hevbeş de 4 çete hatin kuştin.


Hat ragihandin ku duh bi şev hêzên hevbeş ên ji YPG’ê û YPJ’ê, Meclîsa Leşkerî Suryanî, Zîrevanên Xabûr, hêzên Asayîşê û Sotoro pêk tên, çalakiyek li gundê Til Goran ê 7 km  li başûrrojavayê Til Temirê ye, lidar xistin. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.

Her wiha li heman eniyê hêzên hevbeş di xeta navbera Til Temir û Til Goran de wesayîteke çeteyan hedef girtin. Di encamê de wesayîta ku çeka doçka li ser bû hate rûxandin û wesayîteke din hat derbkirin.

Ji roja 23’ê Sibata dema destpêkirina êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li hemberî gundên Asûriyan û vir ve li Til Temirê di navbera hêzên hevbeş û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn dewam dike.

Güncelleme Tarihi: 11 Mart 2015, 14:48
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER