Meşvan li her cihî rastî eleqeyeke mezin tên

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, meşê xwe yên dirêj ên ji Frankurt, Luksemburg û Bernê ber bi Strasbourgê ve li dijî komploya navneteweyî dan destpêkirin, dewam dikin. Meşvan, li her cihê jê derbas dibin, rastî eleqeyeke mezin tên.

Meşvan li her cihî rastî eleqeyeke mezin tên
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, meşê xwe yên dirêj ên ji Frankurt, Luksemburg û Bernê ber bi Strasbourgê ve li dijî komploya navneteweyî dan destpêkirin, dewam dikin. Meşvan, li her cihê jê derbas dibin, rastî eleqeyeke mezin tên.


Siyasetmedarê Kurd Sezaî Ûçar ê di Meşa Dirêj a Luksemburg-Strasbourgê de cih digire diyar kir ku heta duh êvarê ew ji 57 bajar, bajarok û gundan derbas bûne û li her cihê jê derbasbûne jî ji aliyê Fransayî û Kurdan ve bi coşeke mezin hatine pêşwazîkirin. 

Ûçar roj bi roj meşa xwe ya ji 2'ê Sibatê û vir ve nirxand:

“LUXEMBOURG – AUDIN LE TICHE

Baskê meşa me di 2'ê Sibata 2015'an de li ber Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksemburgê destpê kir. Dirûşma me ya bingehîn şermezarkirina komploya li hemberî Rêbertiya me ye û daxwaza azadiya Rêberê me ye. Dirûşmeya me ya din jî derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' e. Me li ser van daxwazên xwe dosyayek pêşkêşî Dîwana Edaletê ya Ewroayê kirin û bi 102 kesan dest bi meşê kirin. 

Di êvara roja destpêkê de em ji Luksemburgê 32 kîlometre meşiyan û gihaştin Audin le Tiche. Şaredar û encûmenên Audin le Tiche em bi helwesteke germ pêşwazî kirin. Me dosyayek li ser daxwazên xwe pêşkêşî wan kirin. Em kirin mêvanê xwe û anîn ziman ku ew daxwazên me erênî dibînin. 

Wê şevê em li Audin le Tiche man. Di vê navberê de di meşa me de hevaleke me ya jin a bavê wê Etopyayî, diya wê Somaliyî û 6-7 apên me yên 70-76 salî di meşa me de amade ne.

AUDIN LE TICHE – THONVILLE 

Di roja duyemîn de em 30 kîlometre meşiyan û gihaştin Thonville. Rêwîtiyek di bin serma û berfê de bû. Di meşa me de endamên Federasyona Elewiyan, Federasyona Êzidiyan, Tevgera Îslamî, Ciwanên Azadî, hevalekî Asûrî û nûnerên Tevgera Jinê bi alên xwe, li kêleka hev meşiyan. 

THONVILLE  - TALANGE

Ji Thonville em derbasî Talange bûn. Bi qasî 35 kîlometre em meşiyan. Wê rojê jî hewa sar bû û ba hebû. Her wiha em li kêleka rêya wesayîtan dimeşiyan, asfalt bû. Dema wesayît derbas dibûn, bi taybetî jî gava TIR derbas dibûn, pirsgirêkên mezin derdikevin. Tevî hewa sar jî meşvanan ti gazin nekirin. Bi şev em li salona Şaredariyê amade kiribûn man. Li wir jî Şaredar û encûmenên Şaredariyê em bi germî pêşwazî kirin. Di tevahiya meşê de bi bi hezaran belavok belav kirin. Me belavok da kê, negot na. Hin jê wesayîtên xwe sekinandin ji bo belavokê werbigirin, bi nîşaneya serketinê em silav kirin.

TALANGE - LANDERMOND

Di roja çaremîn de jî em 26-27 kîlometre meşiyan û gihaştin Landermondê. Hewa hinekî xweş bû. Serma û seqem zêde nebû. Ji ber ku çend rojên destpêkê em di nava serma di binê sifirê de -8, -9, -10 de meşiyan. Kurdistaniyan jî em li vê derê bi coş pêşwazî kirin. Li malên xwe em kirin mêvan. Eleqeyeke mezin nîşan dan.

LANDERMOND-FAULQUEMONT

Di roja pêncemîn de em ji Landermondê 21.2 kîlometreyî meşiyan û gihaştin Faulquemontê. Li vir jî Şaredar û encûmenên şaredariyê em pêşwazî kirin.

FAULQUEMONT  - ST. AVOLD

Di roja şeşemîn de em 17 kîlometre meşiyan û gihaştin St. Avold. Li her cihê em jê derbas bûn rayedarên şaredariyê em bi germî pêşwazî kirin. Tevî ku Şaredariya St. Avoldê di destê rastgiran de ye jî, yek ji şaredariyên ku herî zêde em bi germî pêşwazî kirin ew bûn. Şaredarê ku heyeta me qebûl kir, xwest hemû meşvan bikevin hundir, xwe germ bikin û bêhnê vedin. Me hevdîtinek bi qasî 40 deqeyan kirin. Me dosya pêşkêş kirin. Berî ku li dosyaya me binêre yekser diyar kir ku ew daxwazên wan erênî dibînin û ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin ew ê nameyekê ji Parlamenta Ewropayê re binivîsînin. Şaredar da xuyakirin ku qedexeya li ser PKK'ê bêwate ye û destnîşan kir ku li Kobanê, Rojava, Kerkûk û Şengalê, PKK, Kurd li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke mezin dimeşînin. Şaredar diyar kir ku divê xwedî li rêxistineke bi vî rengî were derketin. Me jî spasiyên xwe pêşkêşî şaredar kir û em ji şaredariyê derketin.

Di vê rojê de jî em li malên welatparêzên Kurdistanî man. Kurdistaniyan hemû meşvan vexwendin malên xwe. Em bi heman germahî û coşê hatin pêşwazîkirin.

ST. AVOLD-LAUPERSHAUSE

Di roja heftemîn de em ji St. Avoldê meşiyan Laupershause. Bi qasî 19.1 kîlometreyî em meşiyan. Danê sibehê hewa nerm bû, êvarê berf bariya bû, nîvro baran, lewma hewa zêde ne dijwar bû. Di vê rojê de jî em hatin salonekê. Me civîna xwe ya nirxandina meşê ku du rojan carekê lidar dixin, li vir pêk anîn û li gel rêveçûna meşê kêmasiyên xwe jî me nîqaş kirin. Eleqeya şaredariyan nîşan me da, dikarim bi helwesta şaredariya Laupershause'yê mînak nîşan bidim. Tevî ku daxwaza me ya hevdîtinê tinebû jî, Şaredar hat em silav kir û bi xêr hatina me kir.

Bêguman eleqeya Kurdistaniyên zêde bû. Niha em bi hunermendên TEV-ÇAND û herêmî re şeva moralê lidar dixin. Meşa me şêweyê plankirî wê dewam bike.

Güncelleme Tarihi: 09 Şubat 2015, 11:13
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER