Meşvanên extiyar: Heta Rêberê me azad nebe aştî ne pêkane

Meşvanên temendirêj ên ji Botanê dest bi meşa azadiyê kirin, bi vîn û baweriyê rêyên dirêj û bi zehmet derbas dikin.

Meşvanên extiyar: Heta Rêberê me azad nebe aştî ne pêkane
Meşvanên temendirêj ên ji Botanê dest bi meşa azadiyê kirin, bi vîn û baweriyê rêyên dirêj û bi zehmet derbas dikin. Meşvanan diyar kirin ku heta Ocalan azad nebe ne pêkane aştî pêk were û destnîşan kirin, ku eger dewlet ji bo aştiyê gavê neavêje, ew ji bo şer jî amade ne.


Meşa gelê Botanê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Cizîrê destpê kir, bi bawerî û biryardariyeke mezin dewam dike. Ji hemû beşên civakê mirov beşdarî çalakiyê bûne.

Meşvanên azadiyê yên temendirêj, ku tevî emrê xwe yê dirêj jî bi gavên biryardar xwe digihînin tempoya meşvanên ciwan, li gel dezavantajên fîzîkî jî bi biryar in ku xwe bigihînin Amedê.

Cemîl Acar a 60 salî, Abdulkadîr Hafiz ê 63 salî û Ahmet Belge yê 65 salî yên li Cizîrê cihê destpêkirina meşê tevlî çalakiyê bûn, hest û ramanê xwe ji ANF'ê re vegotin...

'DEWLET BERSIVÊ NEDE EM Ê ŞER BIKIN'

Cemîle Acar: "Li Cizîrê min dest bi meşê kir. Ji bo Rêberê xwe û ji bo serketinê em dimeşin. Em dixwazin Rêberê me azad bibe û êdî aştî were. Bi vê armancê em ketin ser rê. Rêberê me nebe ji bo me wateya jiyanê jî nîne. Ez nabetilim, heta Amedê ez ê bimeşim. Min kurekî xwe û sê xwişk-birayên xwe di şer de winda kir. Em aştiyê dixwazin, naxwazin xwîn birije. Me gelek êş kişand lê dewlet di mijara demokrasiyê de eger gavê navêje, em ê şerê xwe dewam bikin. Dewlet bi kêfa xwe; em aştiyê dixwazin lê eger dewlet bersivê nede, em ê şer bikin. Aştî jî bi azadiya Rêberê me dibe."

'HETA NEFESA DAWÎ EM BI RÊBERÊ XWE RE NE'

Abdulkadîr Hafiz: "Ji bo Rêberê xwe ez ketim ser rê, heta mirinê jî em ê bidin dû wî. Ne tenê heta Amedê pêwîst bike heta Stenbolê jî ez ê ji bo Rêberê xwe bimeşim. Silavên xwe li Rêbe Apo dikim. Heta nefesa xwe ya dawî em bi wî re ne. Em vê meşê bi temenê xwe yê dirêj, bi hêza bedena xwe nameşin, em bi vîn û baweriya xwe dimeşin. Bi manewiyata xwe em bi pêş ve diçin, lewma extiyar-ciwan ferq nake."

'HETA RÊBERÊ ME AZAD NEBE EM BI KESÎ RE AŞTIYÊ NAKIN'

Ahmet Belge: "Meş ne hêsan e, zehmet e lê em jê tên der. Piyê gelek hevalên me werimî, lê dest jê berneda. Em ji bo armanceke mezin ketin ser rê. Temamiya gelê me destekê dide me. Em hemû deyndarên Rêberê Apo ne. Heta dawiya temenê xwe ez dixwazim azadiya Rêberê xwe bibînim; Em aştiyê dixwazin û li bendê ne ku dewlet jî daxwazek bi heman rengî bike. Bila samîmî bin, eger dixwazin aştiyê pêk bînin bila Rêberê me serbest berdin. Heta ku Rêberê me neyê berdan, em bi kesî re aştiyê nakin. Di vî şerî de min kurê xwe yê mezin winda kir. Lê belê eger dewlet ji dil tevnegere, bi zarokên xwe yên din re em ê berxwedana xwe dewam bikin."

Güncelleme Tarihi: 20 Mart 2015, 16:29
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER