Namzetên HDP’ê yên Geziyê: Li Geziyê me qezenc kir

Namzetên HDP’ê yên Geziyê, Beyza Ustun, Murat Mihçi, Sezîn Uçar û Çagdaş Kuçukbattal, rojên Geziyê vegotin: Me pêşhikum şikandin, me dît ku em ê bi hev re qezenç bikin û me qezenç kir.

Namzetên HDP’ê yên Geziyê: Li Geziyê me qezenc kir
 Namzetên HDP’ê yên Geziyê, Beyza Ustun, Murat Mihçi, Sezîn Uçar û Çagdaş Kuçukbattal, rojên Geziyê vegotin: Me pêşhikum şikandin, me dît ku em ê bi hev re qezenç bikin û me qezenç kir.


Nêrîna hevbeş a 4 namzetên bi awayekî aktîf beşdarî berxwedanê bibûn ev e: Me Gezî li pişt xwe nehişt, hîna didome.

ME JIYANA KOMUN BERDEWAM KIR

Beyza Ustun, akademîsyene lê  zêdetir nefera têkoşîna ekolojiyê ye. Beriya berxwedana Geziyê, wek Komîsyona Ekolojiyê ya HDK’ê bi Piştevaniya Taksîmê re civîn kirin, ji bo parastina qadan ketin nava lêgerînê.

Di şeva 27’ê Gulanê de piştî agahiya ‘li Parka Gezî bûyer hene’  civîn veguhertin berxwedana aktîf.

Ustun ew şev vegot: “Wê şevê em li her kesî geriyan. Me xwe gihand parlamenteran, me gazî kir ku her kes bê Parka Geziyê. Sirri Sureya Onder ji balafirgehê vegeriya bû. Em hemû çûbûn Geziyê. Em wisa derketin pêşberî maşîneya kar.”
We tevgereke wisa dipa?

Bersiv: hem ‘erê’ hem ‘na’.

Beyza Ustun, tevgerên ekolojiyê yên berê Geziyê hatibûn jiyîn, kesên di Gerze û Hopa û gelek cihên din de derketin kolanan, jinên daketibûn kolanan bibîr xist û got: “Me dizanîbû ku ev dînamîk wê  biguherin dînamîkên din, lê me nizanîbû ku ew Gezî ye.

Lê çi xweş e ku jiyana me xeyal dikir, jiyana komun berdewam kir.

HESTIYÊN KALÊ MIN Û DAR LI WIR IN

Murat Mihçi diyar kir ku ew der ji bo wan cuda ye. Mihçi di vê gotina xwe de Ermeniyan nîşan dide. Mihçi endamê Nor Zartonk ku pêkhateya HDK’ê ye. Yek ji berxwedêrên Geziyê yê Ermenî ye. Me bi saya berxwedanê hîn kir ku aliyê li Otela Dîwan Parka Geziyê dinêre, Goristana Ermeniyan e.

Mihçi wiha vedibêje: “Darên ku xwestin bibirin, belkî kalên me çandibûn. Dema gorên mezinên me birin Şîşliyê, me gotibû hestiyên kalê me li wir, li erdê ketine. Darên kalê me li wir bûn, hestiyên kalê me li wir bûn.  Belkî êdî ne gorek bû lê ji bo me cihekî girîng bû. Bi birîna daran wê komkujiyek xwezayê bikirana. Ji ber vê dema bang hat kirin, ez sibehê hatim. Min berxwedanek wisa mezin nedipa.  Heta qet amadekariya min tinebû.”

BOMBEYÊN GAZÊ DAVÊTIN ME

Ji 4 namzetan ê herî ciwan ê Geziyê, Çagdaş Kuçukbattal got: “Gezî serhildanek ciwan bû. Beriya Geziyê di bîranîna Denîzan de di 1 û 6’ê Gulanê de, di bîranîna Îbrahîm Kaypakkaya  ya 18’ê Gulanê de polîsan bi awayekî tund êrîş kiribû. Ji ber vê hêrsa me zêde bibû. Heta 31’ê Gulanê ez li Geziyê di pozîsyona mêvan de bûm. Lê wê rojê ji bo êrîşa polîsan protesto bikin, bang biçin Taksîmê hebû. Ez jî wek hezaran kesî di saeta daxuyaniyê de çibûm. Polîsan êrîş kir, barîkat danîn.”

Kuçukbattal wê rojê çavekî xwe diyarî serhildana azadî û rûmeta gelan kir. Kuçukbattal wiha got: “Bi êrîşa polîsan re li kolanan barîkat hat danîn. Ez li aliyê Taksîmê bûm. Barîkatek mezin hat danîn. Bi bombeyên gazê re agir bi barîkatan ket. Hewa tarî bû. Agahî hat ku hevalê me Selîm ê SDP’î çavê xwe winda kiriye. Bombeyên gazê davêtin me.  Mîn dît ku serê min digere. Ez ketim. Piştre ez birime nexweşxaneyê.”

BI ROJ ÇALAKGER BI ŞEV PARÊZER

Sezîn Uçar bi qasî ku bexwedêra Geziyê bû, parêzera wê bû jî.  Di 31’ê Gulanê de ew jî hat Taksîmê. Lê li Şîşliyê peywirdar bû.

Uçar ew dem wiha vegot: “Êrîşek cidî çêbû. Em hem beşdarî berxwedanê dibin, hem jî piştgiriya hiqûqî didin. Heta saet 24.00’an em li kolanan bûn. Ji bo em rewşa nexweşan hîn bikin em li nexweşxaneyan geriyan. Yek ji birîndaran Çagdaş bû. Bi roj em çalakger bûn, bi şev jî parêzer bûn.”

ME DÊRÊN XWE WINDA KIR LÊ EM Ê DARÊN XWE QEZENC BIKIN

Şikandina dagirkirina polîsan û ketina Geziyê…

Murat Mihçi ku wê rojê destpêkê çibû dêrê wiha got: “Min dûaya em ê bikevin Geziyê kir. Ketina Geziyê bi heybet bû. Piştî em ketinê tiştek nayê bîra min. Em yekem car bi ser ketibûn.  Min hîs kir ku em ne kêmar in. Wê demê xebata HDP’ê tinebû. Ez Nor Zartonkî ya pêkhateya HDK’ê me. Li cihê ku konê me hebû me goreke portatîf çêkir. Me dixwest em paşerojê bi gel bidin bibîrxistin.  Me Paramazê sosyalîst yê Ermenî li Sultanahmetê bibîr anî û me li Geziyê bîranîn kir. Kevirên li Parka Gezî hemû yên dêra Ermenî ne. Me ev jî vegotin. Dirûşma me ev bû: Me Dêra xwe winda kir em darên xwe qezenç bikin. Me qezen. kir jî.”

Beyzan Ustun jî wiha vedibêje: “Piştî têkoşîna bi saetan, TOMA’yê gaz avêt me.  Me barîyer bi hev re şikandin. Ev coşek mezin bû, heybetek mezin bû. Her kesî hev hembêz dikir. Dema ez ketim parqê du mêran xwest ez wêneyê wan bikişînim. Wê demê yekî nîşaneya ‘gur’ yekî jî’ ya ‘serketinê’ kir. Ez tirsiyam û min got ez nakêşim. Wan jî got ‘ma em bi hev re hatine vir’. Min jî wêneyê wan kişand û wênekêşa wan dayê. Bîranîna min a destpêkê ya Geziyê ev bû.”

DI RASTIYÊ DE BERXWEDANEK JINÊ BÛ

Li gorî Sezîn Uçar berxwedan Geziyê berxwedaneke jinê ye. Uçar diyar kir ku beriya berxwedana Geziyê li dijî polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî jinê hêrsek mezin hebû û wiha pê de çû: “Di navbera rojên destpêkê û rojên dawî yên Geziyê de cudahiyek cidî hebû. Di demên ewil de dijûnên nîjadperest hebûn. Lê bi nîqaş û têkoşîna me çalakgeran dirûşmên xwe ji dijûnên zayendperest,  dûr xistin. Bêguman qadên ku mêr serdestiya xwe dimeşand hebûn. Piştî Geziyê yên nivîsin hema hema hemû mêr bûn. Mêran li ser navê jinan gotin,vegotin.”

Berxwedêran di aliyê fikra HDP’ê de çi encam derxist?

Bersiva yekem Sezîn Uçar da: “Bindestan hêzeke mezin li wir afirandin. Bêhêvîtî ji holê rakir. Em bindest dema bên cem hev, em dikarin hinek tiştan biguherin. Me ev dît. Wek di foruman de jî hat dîtin, tecrubeya demokrasiya herêmî gelek girîng bû. Hemû biryar bi hev re di civînan de dihatin girtin.”

Murat Mihçi da zanîn ku LGBTÎ’yan jî mora xwe li Geziyê dane û  got ew bûn taca serê hemû civaka beşdarî berxwedan Geziyê bûne.

Beyza Ustun pêvajoya Gezî û piştî wê dişibîne ‘praksîse’.

Di sala duyem de ji Geziyê çi ma?

Çagdaş Kuçukbattal: Empatî, daxwaza têkoşîna bi hev re.HDP jî ji xwe ev e. Gezî HDP’ê, HDP jî Geziyê digire nav xwe.

Beyza Ustun: Hemû meşên hatin kirin, meşa ku gel Pira Bogazîçî derbas dikir, krîtîk bûn. Li ser Twîtterê peyamên ‘Li ber xwe bibin Taxa Gaziyê tê’  dihatin weşandin. Piştevaniyek mezin bû. Zarokên kolanê kêfxweş bûn. Zikê wan têr dibû hem li cem me diman. Mixabin sewal jî di bin bandora êrîşan de man.

Sezîn Uçar: Pêşhikum şikestin û daxwaza guhertina cîhanê nû bû. Dema êrîşa duyem a li Taksîmê em li Edliyeya Çaglayanê bûn.  Wê rojê em 50 parêzer hatibûn girtin. Di jargona parêzeriya me de parêzerên Levent ê li dozên bazirganiyê dinêrin hebûn. Dadgehên bazirganiyê li Leventê bûn. Di navbera cudahiya çînî tine. Wê rojê yên hatibûn binçavkirin nîvê wan parêzerê Levent bûn. Piştî vê bûyerê pêşhukmên me şikestin.

Murat Mihçi: Gezî hîna didome.  Piştî Geziyê me piştevaniya Caferaga girt û me avahiyek ku dewletê dagir kiribû şûnde girt. Piştre me berxwedanên Bostan kir. 

Güncelleme Tarihi: 29 Mayıs 2015, 14:02
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER