Ozmen ê YPG'yî hat veşartin

Şervanê YPG'ê Harûn Ozmen (Dewran Amed) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Ozmen ê YPG'yî hat veşartin

Şervanê YPG'ê Harûn Ozmen (Dewran Amed) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Harûn Ozmen (Dewran Amed) ê di 15'ê Sibatê de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji bo were veşartin, li dû meşa bi sedan kesî ya li Taxa Mîthat Paşa ya navçeya Mersîn Tarsûsê, li Goristana bajêr a Tarsûê hat veşartin.

Bi sedan kesên cenazeyê Ozmen ê YPG'yî hilgirtin, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Ozmen ê YPG'yî, bi qîrîna dirûşmên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Şehîd namirin" ber bi Goristana Bajêr ve meşiyan. Li nêzî Nexweşxaneya Omer Sayar, polîsan bi hinceta pankart û posteran pêşî li girseyê birî û êrîşî girseya gel kirin. Di bûyeran de gelek kes birîndar bûn, 5 kes jî hatin binçavkirin.

Piştî vekişîna polîsan girseya gel meşa xwe dewam kir û cenazeyê Ozmen ê YPG'yî gihand Goristana Bajêr a Tarsûsê.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya li goristanê, cenazeyê Ozmen ê YPG'yî li ber dûayan hat veşartin.

Piştre girseya gel derbasî Taxa Mîthatpaşa bû û ji malbatê re sersaxî xwest.

Güncelleme Tarihi: 18 Şubat 2015, 14:23
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER