Şaredarê Lorîentê: Ez heyranê têkoşîna gelê Kurd im

Şaredarê Lorîentê Norbert Metaîrîe got, "Kurdan bi têkoşîna xwe ya mirovahiyê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê re, dersa mirovahiyê da me hemûyan."

Şaredarê Lorîentê: Ez heyranê têkoşîna gelê Kurd im
Şaredarê Lorîentê Norbert Metaîrîe got, "Kurdan bi têkoşîna xwe ya mirovahiyê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê re, dersa mirovahiyê da me hemûyan."


Heyetek ji Kurdistaniyên li bajarê Fransa Lorîentê dijîn, bi Şaredarê bajêr Norbert Metaîrîe re hevdîtinek kir.

Heyetê, di hevdîtina bi qasî saetekê dewam kir de, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê, dosyaya ji aliyê FEYKA ve hatibû amadekirin radestî Şaredar kir. Metaîrîe dosya qebûl kir û got, "Kurdan bi têkoşîna xwe ya mirovahiyê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê re, dersa mirovahiyê da me hemûyan."

Metaîrîe diyar kir ku ew şerê jinên Kurd ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi heyrantî dişopîne û anî ziman ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ew ê bi rayedarên partiyê re hevdîtinê bike û mijarê binirxîne.

Metaîrîe da xuyakirin ku hêzên koalîsyonê eger di dema pêwîst de dest li çeteyên DAIŞ'ê werdabûna, wê windahiya jiyana mirovan ewqasî zêde nebûya.

Heyeta Kurd jî bal kişand ser polîtîkaya durû ya Ewropayê ya li hemberî gelê Kurd û got, "Li aliyekî Ewropa şerê Kurdan ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê teqdîr dike, li aliyê din jî çav li ragirtina PKK'ê di lîsteya 'terorê' de tê girtin. Ev yek derbek li gelê Kurd tê xistin e."

Metaîrîe da zanîn ku gelê Kurd li Rojava sînorê xwe parastiye û destnîşan kir ku azadî mafê Kurdan e. Metaîrîe ragihand ku ew gelekî kêfxweş in ku ji Kurdan re malovaniyê dikin û got, "Ji niha û pê ve ez ê di nava çalakiyên Kurdan de cih bigirim."

Güncelleme Tarihi: 26 Mart 2015, 11:12
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER