'Şervanên azadiyê wê kulîlkên Newrozê û Ekîto vejînin'

Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Elîzabêt Gewriyê şervanên YPG, YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, El-Senadîd ku li hemberî çeteyan parastina jiyanê dikin, silav kirin. Gewriyê got: “Şervanên tî û birçî ku li çeperan liber xwe didin, wê kulîlkên Newroz û Ekîto vejînin û rengîn bikin.”

'Şervanên azadiyê wê kulîlkên Newrozê û Ekîto vejînin'
Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Elîzabêt Gewriyê şervanên YPG, YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, El-Senadîd ku li hemberî çeteyan parastina jiyanê dikin, silav kirin. Gewriyê got: “Şervanên tî û birçî ku li çeperan liber xwe didin, wê kulîlkên Newroz û Ekîto vejînin û rengîn bikin.”


Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Elîzbabêt Gewriyê ku ji pêkhateya Suryanî ye, li ser êrîşên çeteyan ên li ser herêmên Cizîrê û Cejna Newrozê ji ANHA’yê re axivî

Elîzabêt Gewriyê destpêkê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê hatina Cejna Newrozê li gelên Kurd, Ereb û Suryan ên herêma Cizîrê, kantonên din, tevahiya gelên Sûriye û herêma Rojhilata Navîn pîroz kir û got: “Em careke din cejna Newrozê ku ji beriya hezaran salan ve gelên herêmê pîroz dikin, pêşwazî dikin. Ev cejnên buharê ji 21’ê heta 1’ê nîsanê wekî rê û resmên mîsolojîk li herêma Mezopotamiya dihatin pîrozkirin. Em dikarin bibêjin ku ji 21’ê Adarê Cejna Newrozê heta 1’ê Nîsanê Cejna Ekîto rojên pîroz û berxwedana gelên heêrmê ne. Cejna Newrozê ne tenê Cejna gelê Kurd e, lê belê cejna tevahiya gelên herêmê ye.”

‘Wê Newroz bibe cejna aştiyê ya herêmê

Gewriyê bi boneya hatina Newrozê hêzên YPG, YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, El-Senadîd ku li Kobanê, Serêkaniyê û Til Temirê li hemberî terorîstan li ber xwe didin û di van kêliyên ku her kes şahiyên cejna Newrozê lidar dixe, ew şer û berxwedanê didin meşandin, slav kir û ev tişt ji bo wan got: “Îsayê Pêxember dibêje ku’Hezkirina mezin ew e ku mirov fedakiriyê ji bo kesên din bike’. Ev şervanê/a ku tî û birçî li van çeperan li ber xwe dide, ew ê gulên Newrozê û Ekîto vejînin û rengîn bikin. Wê bi fedakariyên xwe Mezopotamiya biparêzin û jiyaneke xweş peyda bikin. Bi rastî ev xaka ku em lê dijîn hêjayî ku ewqasî fedakarî û qurbanî ji bo wê werin dayîn. Ji xwe di cejna ku di buharê de tê lidarxistin, qanûn xwezayê di wijdanê mirovan cihê xwe digrin. Ji ber vê jî Newroz wê bibe cejna aştiya herêmê. Bi saya şervanên me yên herêmê em îro dikarin cejnên xwe azad û bi awayekî aram û demokratîk lidar bixin û pîroz bikin. Van hêzan bi berxwedaniya xwe bingeha avakirina wekheviya civakî û demorasiyê ji me re ava kirin. Em bi baqên gulên buhara rengîn ku bi fedakariya wan hatine parastin û bi xwîna tekoşeran hatine avdan, cejna wan pîroz dikin.”

‘Newroz newroza jinê ye

Elîzabêt Gewriyê diyar kir ku cejna Newrozê di asta yekemîn de cejna jinê ye û wiha pêde çû: “Ji ber ku Newroz cejna berxwedanê ye, ev tê wateya ku cejna jinê ya berxwedêr e. Eger şervan an jî fermandarên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê wê li ser her girekî agirekî pêbixin, ev ji bo me wekî jinên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cihê xwe digrin, serkeftineke pir mezin e û tê wateya ku jin xwediyê vê cejnê ye û cejn bi xwe ya wê ye.”

‘Em jiyanê diparêzin û ava dikin

Gewriyê bal kişand ser Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk ku tu caran xebatên xwe nedaye rawestandin tevî ku li herêmê şerên dijwar tên jiyîn û got: “Jiyan her didome, em jinûve jiyanê ava dikin. Li aliyekî em şer, berxwedanê dikin û li hemberî hemû êrîşên li dijî xwe derdikevin da ku jiyan û azadiya xwe biparêzin, li aliyekî din jî em cejnên xwe yên netewî, olî, navnetewî vedijînin û pîroz dikin. Ji ber vê jî em pêşbirka parastina jiyanê û vejandina wê bi hev re dimeşînin.”

Güncelleme Tarihi: 18 Mart 2015, 15:17
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER