YPG: Li Cizîr û Kobanê 23 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li herêma Til Temir û Serêkaniyê 2 girên stratejîk ji çeteyan hatine paqijkirin û 11 çete hatine kuştin, her wiha tevî panzerekê gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin. Navendê destnîşan kir ku li Kobanê jî 12 çete hatine kuştin.

YPG: Li Cizîr û Kobanê 23 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li herêma Til Temir û Serêkaniyê 2 girên stratejîk ji çeteyan hatine paqijkirin û 11 çete hatine kuştin, her wiha tevî panzerekê gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin. Navendê destnîşan kir ku li Kobanê jî 12 çete hatine kuştin.


Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên li herêmên Kobanê, Til Temir û Serêkaniyê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de, derbarê herêmên Til Temir û Serêkaniyê de wiha hate gotin:

“Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kantona Cizîrê û berxwedana hêzên me ya li hemberî van êrîşan bênavber berdewam dike.

Hemû êrîşên çeteyan ên ku bi takwiyeya hêz û çekên giran ên ji navendên cûda anîn ve têne meşandin, ji aliye hêzên me ve tên şikandin.

Komên çeteyan duh piştî nîvro li hemberî herêma dikeve navbera bajarokên Rawiya ya giredayî Serêkaniyê û Alya ya girêdayî Til Temir êrîşekî nû lidar xistin. Êrîşa çeteyan a ku bi piştgiriya çekên giran û wesaîtên zirxî hate lidarxistin piştî pevçunên dijwar hate şikandin. Di pevçunên li van qadan de qasî hate zelalkirin 11 endamên çeteyan hatin kuştin. Hêzên me li vir tevî 7 termên çeteyan dest danîn ser wesaîtek zirxî ya BMB, 5 kilêş, yek BKC, yek roketavêja B7, yek G3 û gelek cebilhaneya van çekan.

Şevê din hêzên me li hemberî komên çeteyên ku li herêma di navbera bajarokên Alya û Rawiya de xwe bicih kiribûn operasyonek lidar xistin. Di operasyonê de 2 girên stratejîk ên ku çeteyan ji xwe re kiribûn baregeh, hatin hedefgirtin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehat zelalkirin. Piştî pevçunên dijwar hêzên me herdugirên ku hedef girtibûn ji çeteyan paqij kirin.

Şevê din li derdora gundê Til Nesrî ya giredayî Til Temir di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunekî dem kurt hatiye jiyankirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê pevçunê de nehat zelalkirin.”

Li Kobanê 12 çete hatin kuştin

Di daxuyaniyê de li ser şer û pevçûnên li Kobanê jî ev agahî hatin dayîn:

“Berxwedana Kobanê ku li hemberî hewldanên dagirkirinê yên çeteyên DAIŞ’ê di asta serkeftinê de dewam dike, ketiye roja 184. Hêzên me li bejahiya Kobanê operasyonên xwe yên li hemberî qadên di bin dagirkeriya çeteyan de didominîn.

Hêzên me şevê din li başûrê Kobanê operasyonek lidar xistin. Operasyone ku gundê Gêydadê û girên stratejîk a li derdora vê gundê hatibû hedef girtin bi serkeftî dawî bû. Di encama vê operasyonê de qadên ku hatibûn hedefgirtin ji çeteyan hatine paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herêmê nehatiye zelalkirin.

Şevê din hêzên me li hemberî komekî çeteyan a ku dixwest li mintiqa Mênifê Kor a li başûr rojhilatê Kobanê mayin bicih bikin operasyonek lidar xist. Piştî mûdexaleya hêzên me li vê herêmê pevçunên dijwar hatin jiyankirin. Li vê qadê 9 endamên çeteyan hatin kuştin, 3 çete jî hatin birîndarkirin. Hêzên me li vir dest danîn ser 3 kilêş, 3 rext û bêtelek a çeteyan.

Hêzên me li hemberî komên çeteyên li nêzîkî gundê Qertel ê li heman eniyê jî operasyon lidar xist. Di encama operasyonê de 3 endamên çeteyan hatin kuştin.”

Güncelleme Tarihi: 18 Mart 2015, 15:21
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER