Xebatên hilbijartinê yên li Belçîkayê hatin nirxandin

Saziyên dan xuyakirin ku ew ê di hilbijartinên Hezîranê de destekê bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi civîneke çapemeniyê re xebatên xwe nirxandin.

Xebatên hilbijartinê yên li Belçîkayê hatin nirxandin
 Saziyên dan xuyakirin ku ew ê di hilbijartinên Hezîranê de destekê bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh bi civîneke çapemeniyê re xebatên xwe nirxandin.

Sazî û kesayetiyên li Navenda Çanda Kurd a Brukselê hatin cem hev, daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Saziyan diyar kirin ku li Belçîkayê komîsyona hilbijartinê ya ji 300 kesî hatiye avakirin, bi awayekî aktîf dixebite û ragihandin ku vê komîsyonê xwe gihandiye zêdeyî 4 hezar kesî.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku HDP ji bo Kurd, Tirk, Ermenî, Suryanî û hemû bindestan yekane rêza rizgariyê ye û hat destnîşankirin ku HDP di heman demê de yekane alternatîfa desthilatdariya AKP'ê ya faşîst e.

Di daxuyaniyê de bang li jin, ciwan, bindest û koçberan hat kirin ku li dora HDP'ê bicivin û bi awayekî aktîf heta hilbijartinê bixebitin. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Eger Rojava şoreşa jinê be, HDP jî partiya jinê ye."

Saziyên mora xwe avêtin binê daxuyaniya hevpar û tevlî xebatên hilbijartinê yên ji bo HDP'ê dibin ev in:

Navenda Çanda Elewiyan a Verviers 
Rêxistinbûyîna FEDA ya Belçîkayê
Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê - Rêxistina Belçîkayê
Yekîtiya Jinên Sosyalîst - SKB Belçîka
Kolektîfa Koçberên li Belçîkayê - BGK
Info-Turk
Komeleya Cobûrlûyan li Belçîkayê
Mala Êzîdiyan
Navendên Çanda Kurd ên Bruksel, Liege, Charleroi, Leuven
Ji gelê Asûrî-Suryanî Besniyî, Hessanî, Hergolî û Geznahî

Güncelleme Tarihi: 09 Mart 2015, 15:24
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER