YBŞ hêviya Êzidîxanê ye

Mezûniyeta ji Akademiya Derwêşê Evdî ya akademiya leşkerî ya YBŞ'ê dewam dike. Ji dewreya mezûniyetê ya 14'ê Sibatê Îbrahîm Sado got, "Hêza pêşî li fermanan bigire YBŞ ye. YBŞ hêviya Êzidîxanê ye.

YBŞ hêviya Êzidîxanê ye
Îbrahîm Sado yê di 14'ê Sibatê de ji Akademiya Derwêşê Evdî mezûn bû, 44 salî ye û ji gundê Til Qesep e. Îbrahîm Sado ku ji kûrahî ve fermana 73'an jiya, ji ber ku dît rêya pêşîgirtina li komkujiyên nû, YBŞ ye, tevlî nava refên YBŞ'ê bûye. Sado destnîşan dike ku hêzên Êzidîxanê wê dîroka berxwdanê binivîsînin û diçe cihê wezîfeya xwe.


Îbrahîm Sado tevî ku 44 salî ye jî gelekî extiyar dixuye. Vê yekê jî bi êş, azar û trajediya bi serê wan de hatiye ve girê dide. Sado diyar kir ku beriya fermana 73'an ew li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi yewmiya rojane dixebitî û debara malbata xwe dikir. Sado anî ziman ku di dema dagirkeriya 3'ê Tebaxê de li Til Qesep bû û ewlekariya gelek gundên Êzidî yên li ser sînorê Til Aferê dikir. Sadok li ber dikeve û dibêje, "Baweriya me ya li hêzên PDK'ê xeflet bû. Me digot, DAIŞ nikare bikeve hundir. Di roja 3'ê Tebaxê de çeteyên DAIŞ'ê gava êrîşî Sîba Şêx Xidir û Gir Izêr kirin, bi qasî 4 saetan me li ber xwe dan. Berxwedana Êzidiyan, piştî ku hêzên PDK'ê yên bi çekên giran xwe vekişandin, şikest. Bi qasî 4 saetan DAIŞ'ê nekarî xwe nêzî gundê me Til Qesep bike. Ji Zaxoyê fermandarê Pêşmerge Naqib Lewend hat gundê me û hemû topên hawanê, doçka û çekên din ên giran bir. Piştre jî wan xwe vekişand. Em gelekî matmayî man, me fêm nekir ku ew çi dikin."

PANÎKÊ DESTPÊ KIR

Îbrahîm Sado wiha dewam dike: "Dema me dît hêzên PDK'ê xwe vedikişînin me jî hewl dan malbatên xwe rizgar bikin. Ez jî çûm gund û min hewl da malbata xwe rizgar bikim. Piştre her kes kete nava panîkê. Di berxwedana me ya 4 saetan de ji xwe ti rewşeke neyînî neqewimî. Li hin gundan hejmareke kêm şehîdên me hebûn lê belê bi moral û coşeke mezin me li ber xwe dan. Piştî ku PDK'ê hêzên xwe vekişand, ji xwe her tişt hingî qewimî. Her kes ket nava panîkê û hewl da can û malbata xwe rizgarb ike. Piştî şikestina berxwedanê fermana 73'an destpê kir."

MEŞA SED HEZARAN

Sado diyar kir ku piştî çeteyên DAIŞ'ê Şengal dagir kirin wan berê xwe dane çiyê û got, "Mîna bi sed hezaran însanî em jî tî-birçî, bi zor û zehmetiyan 2 rojan meşiyan û me xwe gihandin çiyayê Şengalê. Çend şevan em li çiyê man. Piştî demekê, ji bilî gerîla kes nehat hawara bi sed hezaran Êzidiyên li çiyê. Hêzên YPG'ê şehîd dan û korîdorek vekirin. Bi vekirina korîdorê re ez jî bi malbata xwe re mîna bi sed hezaran Êzidiyan derbasî Rojava bûn. Vegotina wê rojê gelekî zehmet e. Bi sed hezaran mirov ji wê korîdorê derbas bûn, ew rêwîtiya zehmet jiyan. Lê belê bi hezaran Êzidî di destê barbarên DAIŞ'ê de man, bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi hezaran jin, zarok hatinr evandin û hînê aqûbeta bi hezaran ji wan ne diyar e."

MEWZÎ JI NÛ VE TIJÎ DIBIN

Îbrahîm Sado ku birayekî wî û yek jê keça ciwan 3 birazên wî li nava refên YBŞ'ê di berxwedana Êzidîxanê de cih digirin, cihgirtina xwe ya li nava YBŞ'ê wiha vedibêje: "Em ê bi hêza xwe ya Êzidiyan Şengalê biparêzin û nehêlin careke din ferman bê serê Êzidiyan. Yekane hêza pêşî li fermanan bigire YBŞ ye. YBŞ hêviya azadiyê ya Êzidîxanê ye. Çavên me wê li destê kesî nebe, em Êzidî em ê bi xwe têbikoşin. Em Êzidî ji bo xwe têbikoşin, li ber xwe bidin. Li şûna ku em çeka hinekan rakin, em çekên xwe rakin."

Güncelleme Tarihi: 19 Şubat 2015, 12:02
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER