YPG'ê ji bo bîranîna 'Şehîdên Hesekê' operasyon pêk anî

Di parçoveya pêngava paqijkirina Kobanê ji çeteyan de YPG/YPJ'ê ji bo bîranîna 'Şehîdên Hesekê' dest bi operasyonê kirin. Di vê operasyonê de 5 çete hatin kuştin. Di nava 27 saetên dawî de tevî cenazeyê 27 çeteyan gelek cebilxane ketin destê YPG'ê.

YPG'ê ji bo bîranîna 'Şehîdên Hesekê' operasyon pêk anî
Di parçoveya pêngava paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê de YPG/YPJ'ê ji bo bîranîna 'Şehîdên Hesekê' dest bi operasyonê kirin. Di vê operasyonê de 5 çete hatin kuştin. Di nava 27 saetên dawî de tevî cenazeyê 27 çeteyan gelek cebilxane ketin destê YPG'ê.


Li gorî daxuyaniya nivîskî ya YPG'ê, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên di cejna Newrozê de li hemberî sivîlan li Hesekê êrîşên bombeyî pêk anîn, şervanên YPG/YPJ'ê dest bi operasyona bîranîna 'Şehîdên Hesekê' kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê li gundê Horik ê li başûrrojhilatê Kobanê dor li çeteyan girtin. Di encama pevçûnên li vê derê de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Her wiha hawanek û 2 maşînên çeteyan hatin rûxandin.

Her wiha gundên Qazan, Baxê, Til Xemir û Girê Derfilikê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin azadkirin. Rêyên gundên Xerabeşk û Çelebî yên li başûrrojhilatê Kobanê ku xwedî girîngiyeke stratejîk in, ketin bin kontrola şervanên YPG/YPJ'ê.

Di çarçoveya pêngava berxwedanê de, di nava 24 saetên DAIŞ'ê de 27 cesedên çeteyan ketin destê şervanên YPG/YPJ'ê.

Di pevçûnan de 6 çekên BKC, 5 B7, 13 kalaşnîkov, 1600 fîşekên kalaşnîkovê, çekek sûîqestê ya Kanas, 23 bombeyên destan, 41 rext, 8 mayîn, 1 çeka Buruno, bêtêlek û 10 çenteyên piştê hatin desteserkirin.

Pêngava paqijkirinê li sê aliyên Kobanê dewam dike.

Güncelleme Tarihi: 24 Mart 2015, 14:55
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER