YPG: Li Kantonên Cizîr û Kobanê 24 çete hatin kuştin

Di operasyonên YPG/YPJ ên li kantonên Cizîr û Kobanê de pevçûnên dijwar diqewimin. YPG'ê diyar kir ku di pevçûnên duh ên li her du kantonan de herî kêm 24 çete hatine kuştin.

YPG: Li Kantonên Cizîr û Kobanê 24 çete hatin kuştin
Di operasyonên YPG/YPJ ên li kantonên Cizîr û Kobanê de pevçûnên dijwar diqewimin. YPG'ê diyar kir ku di pevçûnên duh ên li her du kantonan de herî kêm 24 çete hatine kuştin.


Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand ku berxwedana YPG/YPJ'ê ya li rojavayê Kantona Cizîrê ya li dijî êrîşên çeteyan dewam dike û diyar kir, ku îro danê sibehê, li hemberî komên çete yên li nêzî gundê Xebîş ê Til Temirê çalakiyek hatiye lidarxistin.

LI GUNDÊN XEBÎŞ Û TIL NASIR 9 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hat ragihandin ku di çalakiyê de wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hatiye rûxandin û komên çete yên xwestin dest li rewşê werin jî hatine derbkirin. Li gorî daxuyaniyê di pevçûnên li vê herêmê de 7 çete hatine kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên YPG/YPJ'ê îro piştî nîvro li hemberî komên çete yên li nêzî gundê Til Nasir ê li rojavayê Til Temirê çalakî pêk anîne û di encamê de 2 çete hatine kuştin.

LI KOBANÊ 15 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê der barê bîlançoya roja 193. a berxwedana Kobanê de jî agahî da û diyar kir ku operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya roja bihurî li gundê Sepeta Ereban ê li başûrê Kobanê hatibû destpêkirin, dewam dike.

Navendê diyar kir ku girê stratejîk ê li ser gund ji çeteyan hatiye paqijkirin û herî kêm 10 çete hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê, pevçûnên li gund dem bi dem dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên çete, şevê din li nêzî gundê Derfilît ê li başûrrojhilatê Kobanê êrîşek pêk anîn û di encama bersivdayîna YPG/YPJ'ê de 5 çete hatin kuştin û çete neçar man birevin.

Güncelleme Tarihi: 27 Mart 2015, 21:40
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER