YPG: Li Kobanê 4 gund û gundikek hatin azadkirin

Di çarçoveya operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina derdora Kantona Kobanê de, li başûrrojava 4 gund û gundikek hatin azadkirin. Li gundê Xebiş ê Til Temirê jî êrîşa çeteyan hat şikandin. Di pevçûnan de 14 çete hatin kuştin.

YPG: Li Kobanê 4 gund û gundikek hatin azadkirin
 Di çarçoveya operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina derdora Kantona Kobanê de, li başûrrojava 4 gund û gundikek hatin azadkirin. Li gundê Xebiş ê Til Temirê jî êrîşa çeteyan hat şikandin. Di pevçûnan de 14 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî der barê operasyon û pevçûnên li Kobanê û Til Temirê de agahiyên dawî bi raya giştî re parve kir.

Navendê da xuyakirin ku bexwedana Kobanê di roja 195. de bi operasyonên paqijkirina gundan dewam kiriye.

LI BAŞÛRROJHILATÊ KOBANÊ 4 GUND Û GUNDIKEK HATIN AZADKIRIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li başûrrojhilatê Kobanê derketine operasyonê û hat gotin, "Hêzên me yên ku 4 gund û gundikekî di bin dagirkeriya komên çeteyan de hedef girtibûn, derbên giran li çeteyan xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di operasyonê ku gundên Boxê, Şêx Omer, her du gundên Kazan û gundikê Çelebî hatiye rizgarkirin de nehatiye zelalkirin. Operasyona li vê qadê berdewam dike."

LI BAŞÛRÊ KOBANÊ 9 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê her wiha da zanîn ku pevçûnên li gundê Sepeta Ereban ê li başûrê Kobanê jî berdewam dikin û diyar kir ku di pevçûnên şevê din ê li vê qadê de 9 çete hatine kuştin.

LI GUNDÊ XEBIŞ Ê TIL TEMIRÊ 5 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di dewama daxuyaniyê de, der heqê pevçûnên duh bi şev ên li rojavayê Kantona Cizîrê de jî agahî hat dayîn û hat gotin, "Komên çete şevê din li hember gundê Xebiş ê ser bi Til Temirê êrîşek lidar xistin. Komên çete yên ku li hember parastina hêzên me xwe negirtin neçar man ji qadê birevin. Di pevçûnên li vê qadê de bi qasî hatiye zelalkirin 5 endamê çeteyan hatine kuştin, 3 çete jî hat birîndar bûne."

Güncelleme Tarihi: 29 Mart 2015, 20:37
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER