YPJ: Şerê me yê li mewziyan wê dewam bike

Ji şervanên YPJ'ê Nêrgiz got, "Me bi têkoşîna xwe re zîhniyetê ku jinê weke kole dibîne, pûç kir. Kobanê îro ne xemgîn e, Kobanê îro rengîn e." Nêrgiz destnîşan kir ku şerê jinan ê li mewziyan wê dewam bike.

YPJ: Şerê me yê li mewziyan wê dewam bike
Jinên YPJ'yî yên ji berxwedana Kobanê re pêşengiyê dikin, di operasyonên paqijkirina gundan de jî li refên herî pêş cih digirin. Yek ji şervanên YPJ'ê Nêrgiz got, "Me bi têkoşîna xwe re zîhniyetê ku jinê weke kole dibîne, pûç kir.

Kobanê îro ne xemgîn e, Kobanê îro rengîn e." Nêrgiz destnîşan kir ku şerê jinan ê li mewziyan wê dewam bike.

Pêşketina şervanên YPG/YPJ'ê ya li gundan dewam dike. Jinên YPJ'yî yên ji berxwedana Kobanê re pêşengiyê dikin, di operasyonên paqijkirina gundan de jî li refên herî pêş cih digirin. Şervanên YPJ'ê ku li eniyên rojhilat, rojava û başûr operasyonên xwe dewm dikin, li aliyekî amadekariyên operasyonan dikin, li aliyê din jî operasyonan bi rê ve dibin. Şervanên jin ên li gundên hatine azadkirin ketine mewziyan, bi hêza ji serketin û berxwedana 134 rojan a navenda Kobanê wergirtî re, li eniyên şer bi heman biryardariyê şer dikin.

LI REFÊN HERÎ PÊŞ IN

Li gunde Qiranê, beriya operasyona li dijî çeteyên ku bi qasî kîlometreyekê dûrî wan e, şervana YPJ'ê Hevjîn ji me re axivî. Hevjîn ku ji destpêkê ve di nava berxwedana Kobanê de cih digire got, "DAIŞ, dijmin bi tenê çend kîlometre dûrî me ye. Lê moralê me bilind e. Ji destpêka berxwedanê ve me pêşengiya vî şerî kir, di têkoşîna xwe de em bi pêş ket û em bi pêş ve diçin." Hevjîn çalakiyên Arîn Mîrxan, Ronahî û şervanên din ên jin ên di bexwedanê de jiyana xwe ji dest dan bibîr xist û got, "Pêşdeçûna me wê dewam bike. Em ê xaka xwe bi temamî azad bikin."

'KOBANÊ ÎRO RENGÎN E'

Li eniya rojava em li Nêrgiz a Efrînî rast tên, ku di dema berxwedana Kobanê de bi rewşa xwe ya birîndar strana "Kobanê îro xemgîn e" digot. Nêrgiz a YPJ'yî tedawiya xwe nîvco hişt û berê xwe da eniya şer. Li ser rê em wê dibînin û pê re diaxivin. Li aliyekî bersivê dide pirsên me, li aliyê din jî amadekariyên xwe temam dike. Nêrgiz dibêje, "Me bi têkoşîna xwe re zîhniyetê jinê weke kole dibîne pûç kir" û destnîşan kir ku Kobanê îro ne xemgîn e, Kobanê îro rengîn e. Bi lez û bez ber bi eniyê ve diçe.

Güncelleme Tarihi: 11 Şubat 2015, 10:30
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER