Li eniya rojhilat jî hêzên YPG’ê li dijî çeteyan 2 çalakî pêk anîn. Çalakiyek li derdora gundê Îdaniyê û ya din li derdora gundê Kotepe bû. Di encama van çalakiyan de 5 çete hatin kuştin û 2 çete birîndar bûn. Li heman herêmê hêzên YPJ’ê wesayîteke nêzî gundê Eqbaş ereban teqandin û di encamê de 5 çeteyên di wesayîtê de hatin kuştin.
Li aliyê din jî hêzên YPG/YPJ’ê li gundê Dugurman ê li rojavayê bajarê Kobanê dest bi paqijkirina mayînên ku çeteyan bi cih kiribûn.
Güncelleme Tarihi: 03 Mart 2015, 16:34