Yuksek: AKP di hilbijartinan de bi ser bikeve wê ser bide destpêkirin

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek di pîrozbahiya Newrozê ya li Mûşê de destnîşan kir ku DAIŞ dewama Dehaqê zalim e û diyar kir ku polîtîkaya AKP'ê ya li hemberî Kobanê têk çûye."

Yuksek: AKP di hilbijartinan de bi ser bikeve wê ser bide destpêkirin
Li Mûşê bi beşdariya deh hezaran kesî Newroza herî bi heybet a salên dawî hate pîrozkirin. Di qada ku daxwaza adaziya Ocalan derket pêş de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek axivî û got: "AKP şer dixwaze. Eger 400 parlamenteran derxînin wê şer bidin destpêkirin. Em ti carî destûrê nedin vê yekê."cYuksek ji Mûşê 3 parlamenter xwest. 


Bi deh hezaran kesên li Qada Newrozê kom bûn li qada ku bi alên PKK, YPG, YPJ, HPG, YDG-H’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji pêşengên PKK’ê Mazlum Dogan, Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Kadîr Çelîk (Apê Hus) û pankarta “Êdî bes e ji Rêber Apo re Azadî” xemiliye Newroz pîroz kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik, rêveberên HDP û DBP’ê nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî pîrozbahiyê bûn. 

Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê destpê kir û Hevserokê DBP’ê yê Mûşê Cihan Akpolat axaftina vekirinê kir.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek jî Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên PKK’ê û şervanên YPG û YPJ’ê pîroz kir û diyar kir ku ya ku Dehaqên zalim berê dikir niha çeteyên DAIŞ’ê dikin. Yuksek da zanîn ku ji aliyê hêzên mêtinger ve ziman, çand û nirxên Kurdan hatine qedexekirin û li Kobanê hewl dane ku hebûna gelê Kurd tine bikin lê gelê Kurd ê ku yekîtiya neteweyî pêk anî Kurdistan azad kirin. Yuksek nirxandina "Ji bo komarê serketina Çanakkaleyê çi be ji bo Kurdistanê jî Kobanê ew e, Kobanê Çanakkaleya Kurdistanê ye" kir. 

'AKP'Ê DI POLÎTÎKAYA KOBANÊ DE WINDA KIR'

Yuksek diyar kir ku li Kobanê dewleta Tirkiye jî di nav de hêzên navneteweyî piştgirî dan çeteyên DAIŞ’ê û wiha axivî: “Em dizanin Kobanê ji bo ku Kobanê bikeve dewleta Tirkiyeyê çi kir. Em dizanin ku bi TIR’ên aydî MÎT’ê ve ji DAIŞ’ê re çek hatin birin. Erdogan li Dîlokê digot wê Kobanê bikeve. Lê tiştek hesab nekirin. Kurdan yekîtiya xwe ava kirin. Welatiyên Mûşê pariyên ji devê xwe ji Kobanê re şandin. Ciwanên Mûşê ji bo Kobanê şer kirin. Ev hesab nekirin."

Yuksek diyar kir ku divê ti kes ji azadiya Kurdan netirse û Kurd ji bo azadiya nemû gelan şer dikin û dixwazin bi hemû gelan re bi aweyeke wekhev bijîn. Yuksek destnîşna kir ku divê Tirkiye dev ji polîtîkayên mijûlkirinê ya di polîtîkaya pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn de berde û wekî encam Tirkiye hem li Rojhilata Navîn hem jî li Tirkiyeyê têk çûye. Yuksek têkîldarî hilbijartinan jî peyam da û wiha got: “AKP şer dixwaze. Eger 400 parlamenteran derxînin wê şer bidin destpêkirin. Em ti carî destûrê nedin vê yekê. AKP wekî hikûmetên din hê jî pirsgirêka kurd înkar dike. Beriya hefteyeke digot pirsgirêka kurd çi ye, çi kêmasiyên wan hene. Ziman, çanda me qedexe ye, cihên hestiyên zarok û xwîşk û birayên me hê jî ne diyar e. Em ê di van hilbijartininan de hedefa xwe ya ji sedî 15 pek bînin û bersivê bidin polîtîkayên wan ên qirêj. Em ji gelê Mûşê 3-0 dixwazin.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin û hunermend Serhedo, Mîr Perwer û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.

Güncelleme Tarihi: 19 Mart 2015, 20:05
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER