Coşa Newrozê berfireh dibe

Li gelek navendan bi hezaran kesên derketin qadan û agirê Newrozê pêxistin û berxwedana Kobanê silav kirin.

Coşa Newrozê berfireh dibe
 Li gelek navendan bi hezaran kesên derketin qadan û agirê Newrozê pêxistin û berxwedana Kobanê silav kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di Newroza Nisêbînê de diyar kir ku sala 2015'an wê bibe sala azadiya gelê Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

NISÊBÎN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi hezaran kesan Newroz bi dirûşmeya "Êdî bes e ji Rêberê Apo re azadî" pîroz kirin. Bi hezaran welatî serê sibê bi kincên gelerî ber bi Qada Newrozê ve herikîn. Di qada Newrozê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ'ê hatin vekirin û dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana YPG", "Şehîd namirin" û "Bê serok jiyan na be" hatin berzkirin. Welatiyan bi kemençeyên li herêmê weke "Ribbap" tê zanîn govend girtin û qada Newrozê vegerêndin govendê. Di pîrozbahiyê de tevlîbûna jinan pir bû.

Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Amedekar axaftin hate kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, rêveberên DBP û HPD'ê û nûnerên gelek saziyên din tevlî bûn.

Dayîka Rahşan Demîrel a ku li Îzmîrê di Newrozê de bedenê xwe daber agir Emîne Demîrel derket ser dikê û ji aliyê girseyê ve bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Demîrel di axaftina xwe de diyar kir ku di her Newrozê de tên cem hev û wiha got: "Ji dest pêk heya niha di Newrozan de xwîn dirêjin. Em li hemberî ziliman xwînê dirêjin. Em azadiya xwe dixwazin. Her tim bi şehîdên me serê me bilind e. Di serî de Newroza Birêz Ocalan a hemûyan pîroz dikim."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî diyar kirk u ji bo jiyaneke azad û çareseriya pirsgirêka kurd gelek berdêlên mezin dan û şehîdên di têkoşîna azadiyê de ji bîrnakirin. Turk anî ziman ku sala 2015'an deê dê bibe sala azadiya Ocalan û gelê kurd. Turk da zanîn ku li çar parçeyên Kurdistanê berxwedanekî mezin hat dayîn û dîrokekî nû hate nivîsandin. Turk, bilêv kir ku Rojhilata Navîn bêyî gelê kurd azad nabe û wiha got: "Em îro Newrozê pîroz dikin. Gelê kurd îro ji bo jiyaneke nû têkoşînê dike. Tenê têkoşîna bi çek na divê di nava têkoşîna siyasî jî bê dayîn. Ji bo kurdan 7'ê hezîranê gelek girîng e. Di vê hilbijartinê de armanca me parlementerî nîn e azadiya kurdan e. Em bi partî dikevin hilbijartinê. Çavê hemû kesî li têkoşîna kurdan e. Êdî gelê tirk û ereb jî berê xwe didin têkoşîna kurdan. Ji ber ku heya em azad nebin gelên din azad nabin. Êdî em tu îxanetan qebûl nakin. Êdî em ji bo pêşeroja kurdan têkoşînê bikin. Armanca me azadiya kurd, tirk, suryanî û ereban e."

Turk destnîşan kir ku ji bo di 7'ê hezîranê de bi serfirazî derbikevin dê şev û roj bixebitin û heke ew bi hêzekî mezin bikevin parlementoyê dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat hilkirin û girseyê bi muzîkê govend git.

MEHSERT

Li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê jî li Qada Newrozê bi hezaran kesan agirê Newrozê hil kir û govend girtin. Li qadê posterên Ocalan, alê KCK, YPG û HDP'ê hatin vekirin. Li ser dikê pankarat "Êdî bes e ji Ocalan re azadî" hate vekirin. Di pîrozbahiyê de polîsan posterên Ocalan û alên KCK û YPG'ê yên ciwanan hildigirin kom kirin. Welatiyan bi dirûşemeya "Bijî Serok Apo" bertek nîşan dan. Rêveberên DBP û HDP'ê yên Mêrdînê û navçeyan, hevşaredarên navçeyê û bi hezaran welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê sruda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Hevşaredarê Mehsertê Suleyman Tekîn hemû şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê û Şengalê jiyana xwe ji dest dan bibîrxistin. Tekîn anî ziman ku hemû cîhan behsa têkoşîna gelê kurd dike.

Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê Aysel Erol jî balkişand ser pêvajoya çareseriyê û xwest ku hemû kes tevkariyê bide pêvajoyê. Erol anî ziman ku bi sedan salin li ser gelê kurd polîtîkayên înkar û îmhayê tên meşandin.

Piştî axaftina agirê Newrozê hate hilkirin. Pişt re girseyê bi staranên hunermendan govend girtin.

BISMÎL

Li navçeya Bismîlê ya Amedê jî bi tevlîbûna deh hezaran kesan Newroz pîroz kir. Ji serê sibê bi hezaran welatî ber bi qada Newrozê ya bi alên PKK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî xemîlandin ve herikîn. Li qadê posterên Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz, Kemal Pîr û gelek wêneyên din hatin daliqandin. Bi hezaran welatî bi kincên xwe yên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn û qada Newrozê vegêrandin deryaya rengan. Di qadê de dirûşmeya "Bê seroka jiyan nabe" hate berzkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Kerem Amaç axivî û diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad dibe dê li qadan bin.

Hevserokê DBP'ê yê Bîsmîlê A. Semet Bîçîm jî diyar kir ku hikûmeta AKP'ê û Erdogan hewil didin gelê kurd bixapînin û wiha got: "Li aliyekî behsa biratiyê dikin li aliyê din me qetil dikin. Êdî ji derewên wan re em bawer nakin." Hevşaredarê Bismîlê Resul Sari jî bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan da.

Piştî axaftinan bi deh hezaran kesan bi dirûşemeya "Bê serok jiyan nabe" agirê Newrozê hilkirin û bi muzîkê Newroz pîroz kirin.

ŞEMREX

Li navçeya Şemrexê jî bi hezaran kesan ligel baranê Newroz pîroz kirin. Piştî rêzgirtinê girseyê dirûşmeyên "Bijî serok Apo" û "Bijî berxedana Kobanê" berz kirin. Li qada Newrozê alên PKK û YPG'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Piranî kesên tevlî pîrozbahiyê bûn kincên gelerî li xwe kirin. Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP'ê Fikriye Aytîn, hevşaredar, rêveberên HDP'ê, nûnerên saziyan û bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Li ser navê komîteya amadekar Hevserokê DBP'ê yê Şemrexê Sefer Yildiz axivî û diyar kir ku agirê mezluman li Şengal û Kobanê hêj mezin hil dibe. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Şemrexê Mahîr Kapan, Hevşaredara Şemrexê Alî Ozkan û Necla Yildirim jî Newroz welatiyan pîroz kirin. Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP'ê Fikriye Aytîn diyar kir ku li Koban û şengalê ji bo azadiya gelê kurd berxwedan tê meşandin.

Piştî axaftinan girseyê bi muzîkê govend girtin.

ŞENKUŞ

Li navçeya Şenkuşê ya Amedê jî welatiyan li qada ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şenkuşê pîroz kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, rêveberên DBP û HDP'ê û gelek kesên din tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî axaftina vekirinê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli axivî û Newroz hemû kesî pîroz kirin. Anli balkişand ser pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin pêvajoya biratiyê ye.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate hilkirin û govend hat girtin.

Xwendekarên endamên Komeleya Xwendekarên Azada ya Zanîngeha Dîcleyê (DUO-DER) ji li gel bajar Newroz pîroz kirin.

ERXENÎ

Li Erxeniyê jî bi tevlîbûna hezaran kesî agirê Newrozê hat pêxistin. Di seatên serê sibehê de bi deh hezaran welatî ji gund û taxan hatin Otogara navçê Newroz pîroz kirin. Di newrozê Hevaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Firat Anli, rêvberên DBP, HDP'ê, Hevşaredarên ErxEniyê Ramazan Kartalmiş û Aygun Taşkin, malbatên ji Kobanê û Şengalê hatine bi deh hezaran welatî tevlî şahiya Newrozê bûn. Welatiyên bi cil û bergên xwe yên gelerî tevlî newrozê bûn. Li qada Newroze jî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG, YPJ'ê, pankartên "Êdî bese: Ji Ocalan re azadî" hatin daliqandin.

Bernameya bi rêzgirtinê dest pê kir bi koma Govendê ya Navenda Hilarê dewam kir. Piştî wê Hevserokê DBP'ê yê ErxEnî Şehmus Doku, Hevserokê HDP'ê Dilek Akhatun, Hevserokên HDP'ê yên navçê axaftin kirin. Dîsa di şahiyê de Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Firat Anli axivî ji bo Şengal, Rojava û Îmraliyê silav şand û wiha got: "Em di gelek rojên zor û zehmet de derbas bûn. Niha jî rojên geş li benda me ne. Em e bi van rojên geş Ocalan azad bikin."

MISIRC

Li Misircê di pêşengitya rêxistinên HDP-DBP'ê de li qada Îstasyonê bi tevlîbûna hezaran kesê şahiya Newrozê hat li dar xistin. Li qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG, YPJ, KJA'ê, wêneyên kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, wênên Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, pankartên "Êdî bese: Ji Ocalan re azadî" hatin daliqandin. Di şahiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Li ser navê Komîteya Amadekar Hevserokê HDP'ê yê Misircê Yavuz Akkurt, Hevserokê HDP'ê yê navendê Şukru Timurtaş axivîn û Newroza girsê pîroz kir.

Piştî axaftinên hatin kirin girsê bi dirûşmên "Newroz piroz be", "Biji berxwadana YPG/YPJ/Kobanê " agirê Newrozê pêxisitin. Piştre li derdora agirî hunermendên MKM'ê ya Sêrtê, Hunermend Meral Tekçe bi stiranê xwe gel coşand.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi şîara “Agirê Newrozê ya li Şengal û Kobanê hate pêxistin Rojhilata Navîn azad dike” pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin dest pê kir. Bi hezaran kes lig elek qadên navçeyê bi cilên neteweyî kom bûn û herikîn qada Newrozê.

Li qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pêşengên PKK’ê Mazlum Dogan, pankartên berxwedana Kobanê vedibêjin hatin daliqandin. Li pişt dikê jî pankarta ku li ser “Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî ya wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye hate daliqandin. Li navçeyê xwendekarên dibistanan neçûn dibistanê, esnafan derebeyên dikanên xwe girtin û herikin qadê. Parlamenterên HDP’ê Ozdal Uçer, Esat Canan, rêveberên HDP’ê, hevşaredar, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî di nav de bi deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Xwendetarên Dayika Uveyş bi sirûda ‘Ey Reqîb’ ve gel coşand

Xwendekarên Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş bi cilên xwe yên neteweyî bi meşê ketin qadê û derketin ser dikê. Li qadên ji 7 salî heta 70 salî deh hezaran kesan ji bo berxwedana Kobanê û Şengalê dirûşm berz kirin. Li aliyê din Midûrê Emniyeta Colemêrgê û tîmên taybet ên pê re xwestin bikevin qadê û Newrozê pîroz bikin lê ji ber îhtîmala provokasyonê destûr nehat dayîn. Pîrozbahiyê bi xwendina sirûda “Ey Reqîb” a ji aliyê xwendekarên Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş dest pê kir û bi sirûdê rêz hate girtin.

Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Abîdîn Enîş Newroza gel pîroz kir û bal kişand li ser berxwedana Kobanê û Şengalê. Enîş Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî pîroz kir. Gel bi stranên ku ji aliyê xwendekarên Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş ve hatin stran ve govend gerand. Coşe Newrozê didome.

Pişt re endamên YDG-H'ê daxuyanî xwendin. Piştî daxuyaniyê Rêveberên Navenda Giştî yê HDP'ê Hamît Geylanî axivî û diyar kir ku Newroz çanda berxwedanê ya gelên mazlum e.

Parlementerê HPD'ê Ozdal Uçar jî diyar kir ku li aliyekê wî bi coşa Newrozê geş e li aliyekî wan ji ber şehîdên Kobanê û Şengalê xemgin in û wiha got: "Lê bi serkeftina hatî qezenckirin em îro bi coş in. Ne Kobanê ket û ne jî Şengal. Lê Erdogan têk çû. "

Piştî axaftinan hunermend derketin ser dikê û girse coşandin.

ÇELÊ

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê cejna Newrozê bi dirûşma “Êdî bes e, ji Rêber Apo re Azadî” bi beşdariya zêdtirê 2 hezar kesan li qada Taxsarayê di kuntara çiyayan de hat pîrozkirin. Bi sedan kes serê sibê li qada Newrozê bi kiras û fîstan şal û şepikên xwe kom bûn û li ber stranan goveng gerandin. Hemwelatiyan bi cilên xwe yên gelêrî qada Newrozê veguherandin keskesorê. Bi sedan kes jî serî sibê di gundên girêdayî Çelê hatin û şandeyek jî ji navenda Colemêrgê bi konvoyek hat Çelê. Ligel hezaran kesan Hevşaredarê Colemêrgê Nurulllah Çîftçî, Hevşaredarên Çelê û endam û rêvebiên DBP û HDP’ê di Newrozê de amade bûn.

Qada Newrozê, bi alên KJA û YPG’ê hatin xemilandin û posterek mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Di qadê de wêneyên 3 siyasetmedarên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin jî hatin daliqandin. Bi sedan kes beriya bernameyê ji ber germbûna hewayê geştê kirin qada Newroze veguherandin cihe seyranê. Bername bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Bijî berxwedan Kobanê qet ji qadê kêm nebû. Bi pêxistina agirê Newrozê jî govend careke din dest pê kir.

Hevşaredarê Çelê Servet Tunç axaftina vekirinê kir û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paradigmayek ji bo gelê kurd û Rojhilata Navîn daniye holê. Tunç destnîşan ku divê hemû gel li vî paradîgmayê xwedî derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hilbijartinên 7’ê hezîranê jî ji bo vê firsendek mezin e. Dîvê em hemû hêza xwe di vê hilbijartinê de bixebitin.”

Hevserokê DBP’ê Çelê jî axaftinek kurt kir û behsa polîtîqayên ku heya niha li ser kurdan meşandin kir. Di dawiyê de jî Hevserokê HDP’ê yê Colemêrgê Rahmî Temel axivî û balkişand ser gotinên serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyî Erdogan kir. Temel da zanîn ku bila tu kes li bendê nemîne ku serokomar û hukumeta AKP’ê mafên wan bide û wiha got: “Wan Roboskê, Geliyê Tiyarê û cinazeyên zarokên me dan me. Belê em ji ber vê deyndar in.”

Di bernameya Newrozê de xelatên tîmên ku di 1êmîn Pêşbirka Newrozê jî hat dayîn. Piştî axaftina hunermendên herêmî derketin ser dikê û li ber stranên hatin gotin bi sedan kes govendek mezin danîn û lîstin.

BAZÎD

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî Newroz li ber quntarê Çiyayê Araratê pîroz kir. Bi sedan welatî serê sibê li ber avahiya HDP'ê hatin cem hev û ber bi qada Newrozê ve herikîn. Lê ji ber nokteya polîsan a derketina navçeyê de demek dirêj girse sekînî. Ji ber polîsan ji gelek wesayîtan re ceza birî welatiyan bertek nîşan da. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Arîn Mîrkan, Sakîne Cansiz û Mahsum Korkmaz, alên PKK û YPG'ê hatin daliqandin. Kesên tevlî pîrozbahiyê bûn bi kincên gelerî qada Newrozê vegerêndin deryaya rengan. Peyama girtiyan di pîrozbahiyê de hate xwendin.

Hevşaredara Bazîdê Delal Tekdemîr axivî û Newroz welatiyan pîroz kir. Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Nurî Çelîk jî Newroz welatiyan pîroz kir.

Piştî axaftina agirê Newrozê hate hilkirin û govend hat girtin.

MIKS

Li navçeya Miksê ya Wanê jî bi tevlîbûna sedan kesan Newroz hate pîrozkirin. Welatiyên li ber avahiya Şaredariyê hatin cem hev bi tevlîbûna hevşaredar, rêveberên HDP'ê Newroz hate pîrozkirin. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî Newroz welatiyan pîroz kir.

Piştî axaftinan Hunermend Hemê Hecî bi staranên xwe girse coşand.

WESTAN

Li navçeya Westanê ya Wanê bi sedan welatî li qada navçeyê hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyê û bi sedan welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qadê wêneyên Tahsîn Aktî û Metîn Altindaş ên li sînorê Kobanê jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Li qadê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî berxwedana YPJ” hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva axivî û Newroz hemû kesî pîroz kir.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate hilkirin û bi staran govend hat girtin.

AVKEVIR

Li navçeya Avkevir a Agiriyê jî li qada Peyker Newroz hat pîrozkirin. Sedan welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê sruda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Sema Yuce û Mazlum Dogan hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê navçeyê Îkram Nevşat axivî û diyar kir ku Newroz li hemberî zilmê serhildan e. Hevşaredara Agiriyê Mukaddest Kubîlay jî diyar kir ku agirê li hemberî zilmê her tim zînde ye.

Piştî axaftina agirê Newrozê hate hilkirin û govend hat girtin.

QAXIZMAN

Li navçeya Qaxizmanê ya Agiriyê jî Newroz bi coş hate pîrozkirin. Welatiyên li Qada Kobanê hatin cem hev û rêzgirtin girtin û pişt re agirê Newrozê hilkirin. Ligel hezaran kesan parlementerê HDP'ê Kemal Aktaş, rêveberên DBP û HDP'ê û gelek kesên din tevlîbûn. Parlementerê HDP'ê Kemel Aktaş diyar kir ku ew Newroz bi azadiya Ocalan pîroz dikin.

Piştî re xwndekarên zanîngehê û li ser navê girtiyan peyam hatin xwedin. Piştî axaftinan agirê Newrozê hate hilkirin û govend hate girtin.

ERDEXAN

Li Erdexanê jî li ber Navenda Çandê Newroz hate pîrozkirin. Parlementera Qersê Mulkiye Bîrtan, rêveberên HDP û DBP'ê û gelek kesên din tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qadê wêneyên kesên di berxwedan Kobanê de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin û dirûşmeyen “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê HDP'ê yê Erdexanê Ergîn Koiç axivî û bertek nîşanî Erdogan da. Parlementera HDP'ê Mulkiye Bîrtane jî bang li hemû kesî kir ku tevlî xebatên jiyana nû bibin bin.

Piştî axaftinan agirê hate hilkirin û govend hat girtin.

TETWAN

Li navçeya Tetewanê ya Bedlîsê jî bi hezaran welatî li ber avahiya HDP'ê hatin cem hev û ber bi Qada Furarê ve bi dirûşmeyên “Be Serok jiyan na be” û “Bijî YPG/YPJ” dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û YGP' hatin hilkirin. Kesên tevlî pîrozbahiyê bin kincên gelerî li xwe kirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Bedîrhan Epozdemîr derket ser dikê û Newroza gel pîroz kirin. Parlementerê HDP'ê yê Wanê jî Nazmî Gur diyar kir ku Newroz azadiya gelê kurd temsîl dike.

Piştî agir hate hilkirin girseyê govend girt.

QEREYAZI

Li navçeya Qereyazi ya Erzirumê jî zêdehî 20 hezar kes li ber sîteya pîşeyî hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê Qereyaziyê Memet Saît Karabakan axivî û diyar kir ku ew dê bi hev re jiyana azad ava bikin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî diyar kir ku Newroz serhildana li dijî zilmê ye.

Piştî axaftina agirê Newrozê hate hilkirin û govend hate girtin.

XINIS

Li navçeya Xinisê ya Erzirumê jî li Kolana PTT'ê Newroz hate pîrozkirin. Welatiyên ji gundan hatin jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, rêveberên HDP û DBP'ê, hevşaredarên navçeyan û gelek kesên din tevlî bûn. Hevşaredarê Xinsiê Hasan Basrî Firat axivî û diyar kir ku divê hemû kes bi hev re tev bigerin.

Piştî axaftinan agir hate hilkirin û goven hate girtin.

ELCEWAZ

Li navçeya Elcewazê jî bi hezaran kesan Newroz pîroz kirin. Rêveberên DBP û HDP'ê, hevşaredarên Bedlîsê û bi hezaran welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Endamê Meclîsa DBP'ê Adalet Holat şoreşa Rojava silav kir û xwest k hemû kes ji bo 7'ê hezîranê bibin yek.

Piştî axaftinan govend hate girtin û agir hate hilkirin.

ELBAKÊ

Li navçeya Elbakê ya Wanê jî Newroz bi tevlîbûna hezaran kesan hate pîrozkirin. Piştî rêzgirtinê bi mûzîkê gireseyê govendê girt. Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn axivî û wiha got: "Em hemû bi hev re dê 7'ê hezîranê de azadiya xwe careke din biqêrin."

Piştî axaftinê govend hate girtin.

Güncelleme Tarihi: 19 Mart 2015, 20:15
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER