Yuksekdag: Qesrên me qad in

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di Newroza Îdirê de axivî, diyar kir ku qesrên HDP'ê qad in û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Newrozên me li qadan in. Em ev qad bi kedê qezenc kir. Ev qad şerefa me, rûmet û azadiya me ne."

Yuksekdag: Qesrên me qad in
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di Newroza Îdirê de axivî, diyar kir ku qesrên HDP'ê qad in û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Newrozên me li qadan in. Em ev qad bi kedê qezenc kir. Ev qad şerefa me, rûmet û azadiya me ne.


Li Îdîrê bi deh hezaran kesan serê sibê bi wesayîtan ber bi Qada Pancar ve herikîn. Li qadê standên xwarin û vexwarinan hatin vekirin û standa ji bo alîkariya Kobanê jî hate vekirin.Qada bi deh hezaran kesan hatî dagirtin bi rengên kesk û sor vegeriya deryaya rengan. Girseya qad dagirtin bi muzîkê govend girtin û dest bi pîrozbahiyan kir. Li qadê alên HDP û DBP'ê, rengên kesk, sor û zer hate xemîlandin. Li qadê pankarta "Êdî bes e ji Reber Apo re azadî" hate daliqandin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, rêveberên DBP û HDP'ê, hevşaredar û gelek kesên din tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî rêzgitinê bavê Şervana YPJ'ê Dîlan Abay (Newal) a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da Mehmet Abay derketin ser dikê û girseyê bi dirûşemeya "Şehîd namirin" pêşwazî kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag dema hate qadê coşa qadê mezin bû.

Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê Îdîrê Murat Yîkît axivî û diyar kir ku ew dê bersiva herî bi rûmet di 7'ê hezîranê de bidin zaliman û wiha got: "Em dê hêza xwe di 7'ê hezîranê de bibin sindoqan. Yên me bi bendava hilbijartinê gefan li me dikin dê di 7'ê hezîranê de bersiva herî baş girin."

YUKSEKDAG: BERXWEDANA ME WÊ WAN XEMGÎN DIKE

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî diyar kir ku gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên têkildarî pirsgirêka kurd de li dijî hev in û wiha got: "Berxwedana me ya Newroza 2015'an dê wan xemgîn bike. Dê wan hêj bêtir panîk bike. Berê xwe bidinê Serokomar Erdogan derketiye diaxive. Di sala 2005'an de got 'Pirsgirêka kurd pirsgirêka min e' piştî 9 sal şunda got 'Pirsgirêka kurd tuneye'"

'WE BI BENDAVAN HÊZA NÛNERTİYA GELÊ ME DIZÎ'

Yuksekdag anî ziman ku AKP'ê bi bendavê hêza nûnertiya gelê kurd dizî û wiha axivî: "Erdogan dibêje "Çi tiştê we kêm e" berî herî tişt dengên we ji me dizîn kêm in. Bi benda hilbijartinê ew vîna gelê me ya siyasî dizî. We dengên me dizîn. We hêza nûnertiya me dizî. Ji bo tiştên we ji me dizîn em careke din bigirin em têkoşînê dikin. Em dê mafên xwe yên demokratîk û dengên xwe ji we bigirin."

'ÎDIR BAJARÊ KU HEMÛ GEL BI HEV RE DIJÎN'

Yuksekdag da zanîn ku bajarê Îdîrê bajarê hemû gel bi hev re dijî ye û wiha pê de çû: "Li Îdîrê hemû gelên em bi ked û rûmeta xwe dijîn. Xwestin vê yêkê ji hev cuda bikin. Çawa me li Mezopotamyayê û Rojhilata Navîn gelên bindest anîn cem hev û azadiya hemû kesî parastibe em li Îdîrê jî vê heya dawî bikin. Li Îdîrê temînata biratiyê azadiya têkoşîna azadiyê ye."

'QESRÊN ME QAD IN'

Yuksekdag bilêv kir ku qesrên HDP'ê qad in û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Newrozên me li qada in. Em ev qad bi kedê qezenc kir. Ev qad şerefa me, rûmet û azadiya me ne. Em weke wan li qesran Newrozê pîroz nakin, em xwedî hişmendiyekî wisa nîn e. Em li vir careke din dibêjin tu hêza wan qesran tuneye. Qesrên me qad in."

Piştî axaftinan Yuksekdag û bi kesên pê re agirê Newrozê hilkirin. Pîrozbahî bi konsera Agirê Jiyan û Ozlem Gerçek bi dawî bû.

Güncelleme Tarihi: 19 Mart 2015, 19:59
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER