Bayik: Serhed wê surprîzeke mezin bike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku gelê Serhedê wê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de baweriya xwe bi bazirganê ol AKP'ê re nîne û bi dengdayîna ji HDP'ê re xwedî li ol û mezheba xwe derkeve.

 Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku gelê Serhedê wê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de baweriya xwe bi bazirganê ol AKP'ê re nîne û bi dengdayîna ji HDP'ê re xwedî li ol û mezheba xwe derkeve.

Bayik da xuyakirin ku di hilbijartinên herêmî de Herêma Serhedê encamên mezin afirandiye û hin surprîz kiriye û got, "Hêvîdar im wê di hilbijartinên giştî de surprîzên mezintir bike. Serhed wê xwedî li nasnameya xwe derkeve û wê nasnameyê bilind bike. Ez bawerim ku bajarên me Wan, Agirî, Îdir, Erdexan, Qers, Erzîrom, Erzîngan û Mûş wê bi coşeke mezin tevlî van hilbijartinan bibin û ji bo serketina HDP'ê her kes wê bi coşeke mezin bixebite."

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik, der barê hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ev bang li gelê Serhedê kir:

"Silav û hurmetên xwe pêşkêşî tevahiya gelên me yên li herêma Serhedê dijîn dikim. Ji hilbijartinan re demeke kurt ma. Lewma divê hemû gelên me yên li Serhedê dijîn, xwedî li berpirsyariyên xwe yên çandî û olî derkevin. Di vê hilbijartinê de pêwîste her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bikar bîne. Pirsgirêk ne tenê bikaranîna dengan e, girîng e gelê me xwedî li dengê xwe û sindoqan derkeve. Ji ber ku hîleyên mezin tên kirin. Ev yek di demên berê de jî kirin. Ji ber vê yekê divê bi teqezî xwedî li sindoq û dengan were derketin. Di vê mijarê de Agirî mînakeke girîng e. Tevî ku BDP'ê hilbijartinên li Agirî qezenç kir jî, kêm mabû bi hîleyan Agirî ji destê BDP'ê, ji destê hêzên demokrasiyê bigirin. Lê belê gelê Agirî xwedî li deng û sindoqan derket, hîle pûç kir û di encamê de jî serketineke mezin bi dest xist. Encam hene ku divê ji vir werin derxistin.

GELÊ SERHEDÊ WÊ JI BAZIRGANÊN OL BAWER NEKE

Herêma Serhedê herêmeke ku Kurdayetî bi xweserî lê tê jiyîn e. Herêmeke zêde xera nebûye û xwedî li nirxên xwe derdikeve. Serhed di heman demê de herêmeke ku neteweya demokratîk lê dikare bi pêş bikeve û bi ser bikeve. Ji ber ku li vê herêmê gelek gel, çand, ol û mezheb bi hev re dijîn. Biratî û yekîtiya rasteqîn bi dengdayîna ji bo HDP'ê pêkane. Ji ber ku HDP neteweya demokratîk esas digire û dibêje divê her kes bi nasname û nirxên xwe xwe bi awayekî azad birêxistin bike. Demokrasî, azadî, wekhevî, edalet û aştiya rasteqîn bi xwegihandina li neteweya demokratîk re pêkane. Aşkera ye ku AKP bi taybetî jî Erdogan bazirganiya ol dike. Tuyê bêjî qey ol bi tenê ola wan e, qaşo xwedî lê derdikevin. Ya rast ew bazirganiya ol dikin. Ol ne mal û milkê AKP û Erdogan e. Ola weke mal û milkê AKP û Erdogan were dîtin, ew ol ne ol e. Kengî ol bû milk, kengî bû veguherî ola dewletê, hingî ol qels bû, cewherî û bedewiya xwe winda kir. Mînakên vê di dîrokê de gelek in. Lewma gelên me yên li Serhedê divê ol ji van bazirganên ol re nehêle. Li ser vê bingehê girîng e her kes xwedî li ol û mezheba xwe derkeve, nasname û nirxên xwe bilind bike û deng bide HDP'ê. Ez bawerim wê bi vî rengî be.

SERHED WÊ XWEDÎ LI NASNAMEYA XWE DERKEVE Û BILIND BIKE

Di hilbijartinên herêmî de herêma Serhedê encamên mezin afirand, hin surprîz pêk anî. Hêvîdar im wê di hilbijartinên giştî de surprîzên mezintir bike. Serhed wê xwedî li nasnameya xwe derkeve û wê nasnameyê bilind bike. Ez bawerim ku bajarên me Wan, Agirî, Îdir, Erdexan, Qers, Erzîrom, Erzîngan û Mûş wê bi coşeke mezin tevlî van hilbijartinan bibin û ji bo serketina HDP'ê her kes wê bi coşeke mezin bixebite. Eger HDP bi ser bikeve wê şer bi dawî bibe. HDP bi ser bikeve wê demokratîkbûyîn pêk were, pirsgirêk çareser bibin, yekîtî û biratî bi pêş bikeve. Li ser vê bingehê divê her kes bêje 'dengek jî dengeke' dengê xwe bikar bîne, xwedî li dengê xwe derkeve, mirovê li kêleka xwe ji bo deng bide HDP'ê îqna bike û bi vî rengî bixebite. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim ku berpirsyarî û wezîfeya xwe ya dîrokî bicih bînin. Ji her kesî re serketinê dixwazim û careke din silav û hurmetên xwe pêşkêşî her kesî dikim."

Güncelleme Tarihi: 21 Mayıs 2015, 11:58
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER