8 cangoriyên azadiyê ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin

Cenazeyên 8 cangoriyên azadiyê ku di berxwedanên kantonên Cizîrê û Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesan ve li Kobanê, Dirbêsiyê û Dêrikê hatin definkirin.

8 cangoriyên azadiyê ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin

Cenazeyên 8 cangoriyên azadiyê ku di berxwedanên kantonên Cizîrê û Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesan ve li Kobanê, Dirbêsiyê û Dêrikê hatin definkirin.

KOBANÊ

Endama Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê Newroz Mistefa (Mediya Meysa) û şervanê YPG`ê Mihemed Yûnis (Şemdîn Hesekê) 11’ê Gulana 2015`an de di çalakiya rizgarkirina gundê Qertel û girê wê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan. Şervanê YPG’ê Mihemed Mehmûd (Botan Kobanê) jî di 10`ê Gulana 2015`an di operesyona Tolhildana Şehîdên Gundê Bexdik û Îdaniyê de li gundê Metîna bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê ew rakiribûn Bakurê Kurdistanê. Lê tevî hemû hewldanan jî di 11`ê Gulanê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyên hersê cangoriyan ji aliyê sedan welatiyên Kobanê ve duh saet 16.00’an de ji Saziya Malbatên Şehîdan hatin wergirtin û bi karwanekî ji dehan tirimpêlan pêk tê ber bi Goristana Şehîd Dîcle ve derxistin rê. Şervanên YPG/YPJ`ê jî li herdu aliyên tirimpêlên cenazeyan meşiyan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî berxwedana YPG`ê” berz kirin.

Cenaze li pêşiya goristanê ji aliyê sedan welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Girseya gel piştre cenaze hilgirtin ser milan û birin goristanê. Li goristanê merasîmeke leşgerî hate lidarxistin. Piştî merasîma leşgerî, li ser navê fermandariya YPG/YPJ`ê Buharîn Kendal, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Êto, li ser navê Kordînasyona Yekîtiya Star Ruken Ehmed, li ser navê Dayîkên Aşîtiyê yên Bakurê Kurdistanê û malbatên 2 tekoşeran axaftin hatin kirin.

Endama Fermandariya YPG/YPJ`ê Buharîn Kendal diyar kir li ser şopa şehîdan heya vê kêliyê ew li ber xwe didin û wiha dom kir: “Ev demeke dirêj e li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şervanên Kurd li vir li berxwe didin û ev berxwedan didome. Ev 3 sal in em şehîdan didin, ji bo wê jî îro dema ku em fermandarên mîna rêhevala me Medya û gelek pêşnegên mîna Şemdîn û Botan didin, em şopa xwe ya berxwedanê didomînin. Divê em di vê rêkê de, li ser xeta rêheval Medya berxwedana xwe xurt bikin û tekoşîna wê bilind bikin. Em soz didin ku heya li hember ax û gelê me destdirêjî hebe em ê her têbikoşin û li berxwe bidin”.

Endama Kordînesyona Yekîtiya Star a Kobanê Ruken Ehmed jî wiha axivî: “Gelê Kurdistanê biryara azadî û jiyana bi rumet daye. Sîstemên dagirker ên wekî Îran û Tirkiye nikarin li hermberî vê biryardariyê bisekinin û mînaka wê ya herî ber biçav îro li Îranê tê dîtin. Şoreşa Rojava pêteke xwe da Rojhilatê Kurdistanê, li wir bi pêşengtiya keça ciwan Ferînaz Xosrewanî şoreş li dar ket. Li ser şopa Qazî Mihemed îro Mahabat cardin rabûye ser piyan. Divê Rojhilata Navîn vegere mîna berê derguşa mirovahiyê. Em ê jî weke gelê Kurd vê erkê bigirin ser xwe. Niha di hizura tekoşer Fermandar Medya Meysa û rêheval Şemdîn Hesekê û Botan Kobanê de em soza bilindkirina tekoşînê didin.”

Di axaftinên ku li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan hate kirin de jî soza şopandina rêya cangoriyan û bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Li ser navê Dayikên Aştiyê yên Bakûrê Kurdistanê jî Şefîqa Kendal jî wiha got:”Beriya her gotinê, em sersaxiyê ji malbat û dayîkên şehîdan re dixwazin. Ev 40 sal in li Kurdistanê serhildana gel li dare. Şerê Kobanê ev serhildan û şer derxist meydanê. Kobanê şerker, xurt û keçên Kurd bi cîhanê dan nasandin. Me şoreşa xwe bi cîhanê da nasandin.”

Li ser navê malbata Fermadar Medya apê wê Arif Mistefa ev gotin kirin: “Medya xwe fedaî azadî û rumeta gelê xwe kir. Em bi keça xwe û ya vî welatî ser bilind in. Banga min ji her kesî re ew e ku piştgiriyê bidin YPG/YPJ’ê.”

Di dawiya merasîmê de apê tekoşer Botan Kobanê Ebdulltelib Mehmud axivî û got: “Hevalno tifinga rêhevalê xwe Botan rakin. Xwîna van şehîdan li erdê nehêlin.”

Piştî axaftinan şervanên YPG`ê darbestên her sê cangoriyan spartin axê.

SERÊKANIYÊ/DIRBÊSIYÊ

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkanê cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Seyîd (Hogir Serêkaniyê) û şervana YPJ’ê Dîcle Oso (Dîcle Kobanê) ên di 9’ê gulanê de di berxwedana li gundên Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan ji nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirtin.

Girseya ku bênavbera duruşmeyên ˮŞehîd na mirinˮ û ˮBijî berxwedana YPG û YPJˮ davêtin cenaze bi kerwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve derxistin rê.

Şêniyên Dirbêsiyê jî cenazeyên şervanên YPG’ê Zindan Til Temir û Rêzan Tirkmanî ji Saziya Malbatên Şehîda a Dirbêsiyê wergirtin û bi kerwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Ber Kevirê ve derxistin rê.

Li riya ketina gundê Berkevirê, kerwanên 4 şervanan ku ji Dirbêsiyê û Serêkaniyê derektibûn gihiştin hev. Di destpêka gund de kerwanê tirmpêlan rawestiya û Serokê Desteya Parastinê yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Endamê Têkiliyên Dîplomasî yê Desteya Parastinê Ebdlnasir Hecî Mensû û Hevserokê Meclîsa TEV-DEM’ê yê kantona Cizîrê Xelîl Osman jî di nav de girseya gel cenazeyên 4 şervanan li ser milan kirin û bi diruşmeyan heta goristanê meşiyan. Li vir merasîm hatin lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre li Serokê Desteya Parastina Ebdulkerîm Sarûxan axivî û got bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û berxwedana tekoşeran a di bin bane Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pêkhateyên herêmê bi aramî jiyan dikin.

Di merasîmê de her wiha Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Nêrgiz Arîn axivî û bal kişand ser berxwedana ROjava û got ku berxwedana li herêmên Roajva xwîna hemû pêkhateyan xistiya nav hev. Li ser navê YPG’ê Fermandar Reşîd Umer axivî û got ku serkeftina mezin nêzîk bûye. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Elî Xelîl axivî û da zanîn ku bi hevgirtina di navbera hemû pêkhateyan gelê herêmê bi ser dikeve û dê serkeftinên xwe bidomîne.

Piştî axaftinan sîcilên 4 şervanan hate xwenindin û teslîmî malbatan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel bi diurşme û tilîliyan cenazeyên tekoşeran spartin axê.

DÊRIK

Bi sedan şêniyên Dêrikê, Berav û Girkê Legê ji bo merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê YPG’ê Elî Şemam ê ji pêkhateyên Ereb ku dema erka xwe pêk dianî di qezayekê de li bajarê Til Koçer jiyana xwe ji dest dabû li pêşiya nexweşxaneya Dêrikê kom bûn. Welatiyan cenaze bi durişme û tilîliyan ji nexweşxaneyê wergirtin û di nava kolanên bajarê Dêrikê re geriyan. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên tekoşer vekiribûn û bê navber durişme berz dikirin, bi kerwanekî tirmpêlan ber bi goristana şehîd Xebat Dêrik ve derektin rê.

Piştî ku girseya gel gihîşte Goristanê merasîma oxirkirinê bi tûreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hate destpêkirin. Piştre Fermandara YPJ’ê Roza Dêrik axivî û sersaxî ji malbata têkoşer Elî Şemam re xwest. Roza di axaftina xwe de got ku bi saya berxwedana û xwîna şehîdan gelên Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên mezin bi dest xwe xistine.

Piştre Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Eylem Dêrik û Endamê Saziya Malbata Şehîdan a bajarê Girkê Legê Taceddîn Hisên axivî û diyar kir ku têkoşer Elî Şemam bi berxwedana xwe li dijî çeteyan yekîtiya pêkhateyên herêmê ji tevahî cîhanê re da diyarkirin.

Piştre belgenameya şehadeta têkoşer Elî Şemam hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.  Malbata têkoşer Elî Şemam jî diyar kirin ku dê heta dawî riya şehîdên azadiyê bidomînin û dê piştgirî û alîkariya bi hêzên YPG’ê û YPJ’ê re li dijî hovîtiya çeteyan bidomînin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê têkoşer Elî Şemam li gel tilîliyên dayîkan û durişmeyan spartin axê.

Güncelleme Tarihi: 14 Mayıs 2015, 14:34
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER