'Armanca me ji hemleyê parastina welatiyan e'

Fermandara YPJ’ê Nêrgiz Baz diyar kir ku şervanan soza ku dane welatiyên herêma Til Temirê ji bo paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê bi cih anîn û got: “Armaca me ew e ku welatiyên herêmê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bêne parastin.”

'Armanca me ji hemleyê parastina welatiyan e'
 Fermandara YPJ’ê Nêrgiz Baz diyar kir ku şervanan soza ku dane welatiyên herêma Til Temirê ji bo paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê bi cih anîn û got: “Armaca me ew e ku welatiyên herêmê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bêne parastin.”


Hemleya Rizgarkirina Bejahiya Rojavayê Kantona Cizirê ku hêzên YPG’ê di 6’ê gulanê de dest pê kiriye, bi hemû hêza xwe berdewam dike. Derbarê hemleyê de nûçegihanên ANHA’yê bi Fermandara YPJ’ê Nêrgiz Baz re hevdîtinek pêk anîn.

Nêrgiz got ku hemleya wan li ser daxwaza welatiyên herêmê ku ev demek e dirêj e ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê êş û azaran dikişînin, pêk hatiye û hêzên YPG’ê heta niha bi dehan gund û gundikên herêmê ji çeteyan paqij kirine.

Nêrgiz di axaftina xwe de wiha got: “Dema rizgarkirina gundên herêmê çeteyên DAIŞ’ê cenaze û çekên xwe li pey xwe dihiştin û direviyan. Şervanên YPG’ê û YPJ’ê soza paqijkirina herêmê ji çeteyan dabûn welatiyan bi cih anîn. Me soz dabû şehîdên xwe û Rêber Apo ku em ê gundê Aliya ji çeteyan rizgar bikin. Bi rizgarkirina gund welatiyên gund bi coş pêşwaziya me kirin û bi vê yekê jî moralên me bilindtir bûn.”

Çima gundê Aliya?

Derbarê girîngiya gundê Aliya yê girêdayî Serêkaniyê Nêrgiz di axaftina xwe de got ku gundê Aliya cihekî stratîjîk e û çeteyên DAIŞ’ê embarên genim wekî baregehên leşkerî bikar dianîn û bi vê yekê ji bo welatiyên gundên derdorê nuqteyeke lewaz bû.

Nêrgiz got ku bi rihê hevkariya di navbera hemû şervanan de û bi moralên bilind gundê Aliya bêyî ku şervanan ziyanekê bibînin, ji çeteyan hate rizgarkirin û wiha destnîşan kir: “Ji bo rizgarkirina her bosteke ji axa Rojavayê Kurdistanê em amade ne canê xwe feda bikin.”

Nêrgiz da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe hewl dan di gundê Aliya de bimînin, lê li hemberî berxwedana şevanan xwe ranegirtin û cenaze û çekên xwe li pey xwe hiştin û reviyan.

Nêrgiz di dawiya axaftina xwe de got ku armanca wan a sereke ji vê hemleyê ew e ku banga welatiyên herêmê bi cih bînin û ji hovîtiya çeteyan rizgar bikin. Nêrgiz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çeteyên DAIŞ’ê li dijî pêkhateyên herêmê gelek komkujî pêk anîn. Wekî ku li gundê Tilêliyê yê Serêkaniyê komkujî pêk anîne, çete dema gundek dargir dikirin komkujiyan pêk tînin. Heta herêm ji çeteyan tê paqijkirin, emê berxwedana xwe bidomînin.”

Güncelleme Tarihi: 14 Mayıs 2015, 14:32
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER