DAIŞ dijminê hemû gelan e

Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah di gotara xwe ya li rojnameya Azadiya Welat de destnîşan kir ku DAIŞ dijminê hemû galen e û banga xurtkirina têkoşîna hevpar kir.

DAIŞ dijminê hemû gelan e
Asya ABDULLAH 

Êdî ji her kesî re aşkera ye ku çeteyên DAIŞ’ê yên li ser hişmendiya tekparêzî û faşîst êrîşî nirxên gelan dike ne tenê kurdan, ne tenê baweriyekê, ne tenê neteweyekê hedef digire, lê ew li hemberî hemû rengînî û baweriyên cuda tevdigere û terora xwe dimeşîne. Beriya demekê her kesî dît ku çawa van çeteyên hov êrîşî Şengalê kir û li wir bi hezaran jin û zarokên wan revandin, malên wan talan kirin û herêma wan dagir kirin.


Her wiha li ber çavên hemû cîhanê êrîşên li ser bajar û gundên Kobanê jî pêk hatin. Her wiha di dema dawî de di êrîşa Til Temirê de jî êrîşî Asûriyan kirin û gelek mirovên wan revandin û malê wan talan kirin. Lewre jî dibêjim ev çeteyên hov ti têkiliya wan bi nirxên mirovahiyê re tine ye û ew li dijî hemû şaristanî, ol û baweriyên cuda ne.

Ji ber wê yekê jî divê hemû gelên Mezepotamyayê bi yek dil û yek baweriyê destên xwe bidin hev û bi yek dil û yek helwestê li dijî van çeteyan şer bikin. Her wiha li vê derê barekî giran dikeve ser milê her kesî, di serî de saziyên sivîl ên civakî û mafên mirovan divê piştgiriya xwe bê navber zêde bikin, ji hêzên ku li dijî van çeteyan şer dikin, ji şervanên azadî û parstina gelan re. Çawa ku bi hezarê salan e gelên vê herêmê li kêleka hev di nava aştiyê de dijîn, ji bo parastina vê yekê divê hemû gelên herêmê rê nedin çeteyên xwedî hişmendiya qirêj ku vê biratiya di navbera xwe de xira bikin lê berevajî vê yekê divê hemû gelên herêmê bi hewara hev ve herin û piştgiriyê bidin hev.

Van bang û hêvî û daxwazên xwe em dikarin bi jiyaneke demokratîk pêk bînin. Li hemberî hemû êşên li ser me encax em bi yekitiyê ji têkoşîna ku em bidin encamê bigrin. Di van rojên dawî de jî her kesî dît ku ew çeteyên hov ti nirxên mirovahiyê nas nakin, her wiha li gorî ti rêbaz û qanûnê şer jî tevnagerin. Li bajarê Hesekê di êvara Newrozê de êrîş bir ser gelê sivîl ên ku pîrozbahiya Newrozê dikirin û bi dehan kes şehîd bûn û bi dehan hîna li nexweşxaneyên cuda tên dermankirin.

Çeteyên ku em li hemberî wan şerê man û nemanê dikin, ew dijminên hemû gelên herêmê ne, ne yên kurdan bi tenê. Heta mirov dikare bêje ew dijminê hemû mirovahiyê ne. Lewre jî ev şerê ku em bi wan re dikin ne di ber xwe tenê de em dikin. Em vê berxwedanê di ber hemû gelên herêmê de dikin. Em vê tekoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê û komên xwedî heman hişmendiyê ji ber hemû cîhanê ve dikin.

Lewre jî divê her kes xwedî li vê tekoşînê derkeve û xwe ji peywirên ku dikeve ser milên wan nedin alî. Her yek ji alî xwe ve û hemû bi hev re, em xwedî li nirxên mirovahiyê derkevin û wan biparêzin.

Çavkanî: Azadiya Welat

Güncelleme Tarihi: 25 Mart 2015, 18:47
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER