'DAIŞ mozaîka gelan dişkîne'

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Rizgariya Jinûve ya Sosyalîst Tulay Hatîpogullari diyar kir ku hêzên tarî dixwazin bi destê DAIŞ’ê provokasyonên mezin pêk bînin, lê lîstika wan ji aliyê gelan ve hatiye pûçkirin.

'DAIŞ mozaîka gelan dişkîne'
 Êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê ya li hemberî gelan didome. Yek ji bajarên ku herî zêde di bin bandora şerê Sûriyeyê de dimîne Hatay e. Gelê ku der barê pêşerojê de fikarên wan hene, bi dengekî bilind diyar dikin ku ew ji bicihbûna çeteyên DAIŞ’ê ya li Antakyayê nerehetin. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Rizgariya Jinûve ya Sosyalîst Tulay Hatîpogullari li ser tehdîda DAIŞ’ê axivî.


Hatîpogullari ku endama HDP’ê ye jî got ku hêzên tarî diwazin bi destê DAIŞ’ê provokasyona mezin pêk bînin û gelan lîstikên wan vala derxistine.

Hatîpogullari li ser bandora şer a li ser Hatayê axivî û dirêjî da axaftina xwe: “Ev 4 sal e şer li Sûriyeyê didome. Sînorê Hatayê bi Sûriyeyê re heye û bandorek mezin li ser Hatayê çêbû.  Gelek koçberî girt. Vê jî bi xwe re betalî, birçîbûn û xizanî anî.  Welatiyên ji Sûriyeyê hatin ji bo debara xwe bikin di karê rojane de xebitin û welatiyên bajar betal man. Ya duyemîn jî ji ber ewlehiya sînor nemaye, gel xwe di hawira bê ewle de hîs dike. Mînak gelê me yê Yayladag berê deriyê xwe nedigirin û radizan, niha deriyên xwe mifte dikin, bi tirs derdikevin holanan.

Li Reyhaniyê çete bi çekên xwe li kolanan digerin. Ya sêyemîn jî AKP’ê saziyên tenduristiyê yên Hatayê û bi taybet jî nexweşxaneya girêdayî Zanîngeha Mustafa Kemal xistiye xizmeta DAIŞ, El Qaîde û El Nusrayê. Xizmeta tenduristiyê ya gel avêtine plana duyemîn. Hefteya buhrî gelek birîndar ji Sûriyeyê anîn MKU. Ji bêrîka yekî bombe ket. Dibe ku ew bombe biteqiyana. Çeteyên DAIŞ û El Nusrayê li Antakyayê dijîn. Ya çaremîn; ji ber em bajarê sînorin em rasterast ji şer bi bandor dibin.  Bombeyên diteqin hawanên tên avêtin qestî jiyana mirovan dike. Bêguman divê teqîna Reyhaniyê neyê jibîrkirin.”

ŞER BANDOREK MEZIN LI SER GEL KIR

Hatîpogullari di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Samandagi gelê herêmî û Elewiyên Ereb ligel çandiniyê, karkeriya derveyê welat jî dikin. Diçin welatên Ereb. Piştî şer li herêmê destpê dikir, deriyê Lîbyayê hat girtin û gelek kes vegeriyan.  Kesên ku çend qirûş berhev kiribûn jî dest bi esnafiyê kirin.  Dukanên mezin di salekê de hatin girtin.  Mijarek din jî ev e ku li Tirkiyeyê fîloya TIR'an mezin a duyemîn li Hatayê heye. Piştî şer destpê kir, ewlehî û derfet ji holê rabûn û bi hezaran TIR wisa man. Bi hezaran ajokar, tamîratvan û xebatkarên din betal man.”

GEL BI FIKARE

Hatîpoglullari anî ziman ku gel xwe di ewlehiyê de hîs nake û got: “Tehdîdên DAIŞ’ê yên li ser Elewiyên Ereb fikar zêde kirin. Ev erdnîgarî bûye şahidê gelek komkujiyên Elewiyan.  Tirkiye ji xwe Elewiyan cuda dibîne, Ereban jî zêde dibîne. Ereb û Elewiyan bê feyde dibîne. Dema komkujiya Reyhanliyê bû gel nedikarî biçe navendên dan û stendinê. Ji ber ku gotinên weke ‘bûyerek bi vî rengî dikare li cihên Elewî lê dijîn pêk bê’ belav dibû.  Wê demê gelek pevçûnên Elewî-Sunî dihatin plankirin.  Gel û aliyên demokrat ev lîstik xera kirin. Samandag-Antakya-Îskenderun mozaîkek dewlemend e. Ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye, rengê xwe winda nekirine.”

ÇETEYAN DI KAMPAN DE BI CIH DIKIN

Hatîpogullari axaftina xwe wiha domand: “Kampên penaberan kamufle dikin û cîhadiyan lê bicih dikin. Dema gel li dijî vê dertê, dibêjin ‘ji Sûriyeyiyan hez nakin’.  Lê bi rastî jî mesele ne meseleya mexdûrên şer e. Dema nû şer destpê kir, AKP’ê deriyên xwe gelê Sûriyeyê re vekir. Ji bo hatina wan teşwîq kir. Ji ber ku wê ev Sûriyeyî li herêma tampon a ku plan dikir li sînorê Rojava ava bike bicih bike. Bi vî awayî wê Kurdên Tirkiye, Sûriye û Iraq ji hev veqetiyabana. Lê berxwedana Kobanê ev xeyalên wan têk bir. Tirkiyeyê niha pişta xwe daye penaberan.  Lê pişta xwe neda DAIŞ’ê. Niha li Hatayê gelek malên hucre hene. Li navenda Antakyayê heye. Ev tablo bêguman bi fikare.”

Hatîpogullari di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wê her tim li dijî dagirker û polîtîkayên ku gelan tînin hemberî hev bisekinin. Her wiha Hatîpogullari ji bo ANF’ê  ku dengê Elewiyên Ereb û dengê herêmê dide bihistin jî spasiyên xwe pêşkêş kir.

Güncelleme Tarihi: 02 Mart 2015, 10:35
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER