Demîrtaş: Ji hev qelişîna AKP'ê ji bo Tirkiyeyê xêr e

Demîrtaş ji bo nîqaşên li nava AKP'ê got, "Ev nîqaş hemû destpêka dawiya AKP'ê ye. Pêngavên HDP'ê, sekna tevgera azadiyê, serketina Kobanê, helwesta zelal û biryardar a Birêz Ocalan di mijara aştiyê de, ev qelişîn mezintir kir."

Demîrtaş: Ji hev qelişîna AKP'ê ji bo Tirkiyeyê xêr e
 Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo nîqaşên li nava AKP'ê got, "Ev nîqaş hemû destpêka dawiya AKP'ê ye. Pêngavên HDP'ê, sekna tevgera azadiyê, serketina Kobanê, helwesta zelal û biryardar a Birêz Ocalan di mijara aştiyê de, ev qelişîn mezintir kir. Wê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, helwesta înkarê ya Serokkkomar Tayyîp Erdogan, nîqaşên di navbera Erdogan û rayedarên hikûmetê û rêveçûna pêvajoyê de ji ANF'ê re axivî.

Demîrtaş da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di Newroza 2015'an de bi biryardariyeke xurt ji tevahiya cîhanê re ragihandiye ku paradîgmaya wî ya jiyana bi hev re ya gelan, têkoşîna hevpar û avakirina pêşerojeke hevpar qet ne guheriye û bi biryardarî dewam dike.

Demîrtaş li hemberî vê vîn û biryardariya aliyê Kurd bal kişand ser daxuyaniyên dijber ên Serokkomar Erdogan û got, "Di daxuyaniyên duh ên Birêz Serokkomar de tê dîtin, ku hewl dide di nuqteya 'min pêvajo da destpêkirin, nêrîna min girîng e' giraniya xwe nîşan bide. Ev pevçûneke navxweyî ya ji rêzê nîne, ji nakokiyeke navxweyî wêdetir ber bi qelişînekê ve diçe. Ji vê yekê wê çi derkeve, ji niha ve dîtina wê zehmet e."

Demîrtaş di mijara Heyeta Şopandinê de ragihand ku ji bo wan daxuyaniyên heyeta wan a bi Ocalan re hevdîtinê dike diyarker e û ev xal destnîşan kir: "Bêguman Serokkomar jî ji ber helwest û sekna xwe ya hegemonîk a 'yek zilam' a li ser AKP'ê, di rewşeke diyarker de ye. Lê belê Ji nîqaşên avakirin an jî avanekirina Heyeta Şopandinê wêdetir, pirsgirêke hîn bêhtir bingehîn heye: Serokkomar dibêje 'Pirsgirêka Kurd nîne'. Heta ku ev mijar zelal nebe, heta ku zelal nebe ku hikûmet jî bi vî rengî li mijarê dinêhire yan jî nanihêre, di pêvajoya çareseriyê de avabûna Desteya Şopandinê bê wate ye. Heyeta Şopandinê wê çi bişopîne? Li naverastê pirsgirêka Kurd nîne. Bi gotina wî divê 'serkêşê terorîstan' neyê rewakirin. Eger dibêje 'Pirsgirêkên biçûk ên welatiyên me yên Kurd hene, ya mayî mijara çekê ye' û hikûmet jî bi vî rengî li mijarê dinêhire, hingî ev kar ji esasê, ji bingehê ve bi krîzeke cidî re rû bi rû ye. Lê belê eger hikûmet bêje, 'Li Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd heye û em amade ne bi aliyên wê yên civakî, siyasî û aborî re di van 10 xalên bingehîn de nîqaş bikin' hingî divê Desteya Şopandinê dest bi kar bike. Bi hikûmetê re di mijara Desteya Şopandinê de li hev hatiye kirin. Me berê jî bilêv kir. Mijareke ku ev du sal in li ser tê axaftin e. Birêz Ocalan di vê mijarê de israr dike. Dibêje, 'Li pêşberî Desteya Şopandinê, heyeta şopandinê em amade ne dest bi nîqaşê û muzakereyê bikin'. Di asta heyî de biryar hatibû dayîn ku piştî hevdîtina dawî ya li Îmraliyê, Desteya Şopandinê tevlî pêvajoyê bibe. Tevî ku nav hemû nehatibin zelalkirin jî biryar hatibû dayîn ku Desteya Şopandinê bi heyetê re biçe Îmraliyê. Ev yek hem ji aliyê heyeta me ve hem jî ji aliyê hikûmetê ve hatiye erêkirin. Alîkarê Serokwezîr Birêz Yalçin Akdogan gotibû, 'Her çend nav nehatibin zelalkirin jî Desteya Şopandinê wê tevlî pêvajoyê bibe'. Ji ber vê heyê heta destwerdana Serokkomar, pêvajo di çarçoveya me diyar kiribû de dimeşiya û hatibû heta nuqteyekê."

ERDOGAN JI BER KU RANTEKE SIYASÎ YÊ NEGIRT, BI HÊRS E

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ya Erdogan bi hêrs dike ew e ku ji pêvajoya çareseriyê êdî nikare ranteke siyasî bi dest bixe. 

Demîrtaş da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêngavên xwe yên heta niha re tevkarî li qada siyaseta demoratîk dikir û got, "AKP'ê jî hewl dida pêvajoya çareseriyê ji aliyê ranta siyasî ve ji bo xwe bikar bîne. Dixwest pêngavên pêvajoya çareseriyê ji xwe re bike sedema encameke xurt a hilbijartinê. Hevdîtin ne ji bo aştî û çareseriyê ji bo xurtkirina AKP'ê, ji bo parastina hêza AKP'ê bikar dianî. Beriya her hilbijartinê me dan xuyakirin ku ev nêzîkatî şaş e. Em li vê rewşê matmayî neman. AKP her tim bi polîtîkayên pragmatîk nêzî pêvajoya çareseriyê bû. Beriya vê hilbijartinê jî me nehişt vê îstîsmar bike. Hêrsa Serokkomar ji vê ye."

ÇARESERÎ NE XEMA ERDOGAN E

Demîrtaş anî ziman ku armanca ji van nêzîkatiyan ew e ku hemû gunehên tengaviya pêvajoyê bixin stuyê HDP'ê, HDP'ê li pêşberî raya giştî lînç bike û eger karibin di binê bendê de bihêlin, nehêlin bikeve parlamentê. Demîrtaş da zanîn ku piştî hilbijartinê tofan jî rabe ne xema Serokkomar e û got, "Piştî ku wî wekîlên bi qasî têra wî bike serok qezenç bike, çi bi Tirkiyeyê bê ne xema wî ye. Yekane nuqteya ku wî niha berê xwe daye, daxwaza bûyîna Serok û bidestxistina wekîlên bi qasî ew dixwaze. Rewşa gelên Tirkiyeyê, aştî, çareseriya pirsgirêka Kurd ne xema Serokkomar e."

JI HEV QELIŞÎNA AKP'Ê JI BO TIRKIYEYÊ XÊR E

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ragihand ku her kesî texmîn dikir ku ev kar êdî bi vî rengî nameşe û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji xwe analîz dihat kirin ku gelo wê çi bibe, çi biteqe? Haya me jî jê hebû ku AKP bi vî rengî nameşe. Dibe ku hin kes û derdor di nava AKP'ê hebin ku dixwazin pêvajoya çareseriyê bigihêje qonaxekê. Divê hebûna van derdoran neyê înkarkirin. Eger bi vî rengî nebûya ji xwe pêvajoya çareseriyê nedihat heta roja îro. Lê belê ji aliyê giştî ve ez di wê baweriyê de me ku zîhniyetê payebilindên AKP'ê mîna Recep Tayyîp Erdogan difikire. Di nava xwe de bêguman wê cihêbûnek hebe. Dibe ku xwe bi lez û bez komî ser hev bikin û pêşî li vê ji hev qelişînê bigirin. Lê belê mîna ku nivîskarekî AKP'yî jî got; Sêhra AKP'ê êdî xera bûye."

Demîrtaş destnîşan kir ku ev nîqaş hemû destpêka dawiya AKP'ê ye û got, "Pêngavên HDP'ê, sekna tevgera azadiyê, serketina Kobanê, helwesta zelal û biryardar a Birêz Ocalan di mijara aştiyê de, ev qelişîn mezintir kir. Wê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be. Der heqê me de digotin 'parçe bûne. Qendîl, Îmrali, HDP ji hev cuda tevdigerin. Du meymûnan dilîzin'. Lê ew bi xwe ketin wê rewşê ku di nava xwe de parçe parçe bûne. Ev yek ji bo Tirkiyeyê bi xêr e."

DEM DEMA XWEDÎDERKETINA LI AŞTIYÊ YE

Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku tevî vê rewşê jî girîng e ji her demê bêhtir xwedî li pêvajoyê were derketin û got, "Divê zext li hikûmetê bê kirin. Pêwîste dest ji pêvajoya çareseriyê bernede. Ji sedî sed divê Desteya Şopandinê biçe Girava Îmraliyê û tevlî nîqaşên bi hikûmetê re yên di çarçoveya 10 xalan de bibe. Di vê nuqteyê de divê em têkoşînê xurtir bikin. CHP jî di nav de pêwîste partiyên din jî xwedî li pêvajoya çareseriyê derkevin. Dem ew dem e ku ew bi xwe tevlî vê pêvajoyê bibin. Dem dema xwedîderketina li aştiyê ye."

Güncelleme Tarihi: 24 Mart 2015, 14:52
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER