Zaroka Tebaxê Berxwedan

Di rojên ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin de Berxwedan hatiye dinê û ji zilma ku gelê wê lê rast hat bi înad bi çavên xwe yên ken li pêşerojê dinêre.

Zaroka Tebaxê Berxwedan

Li Şengalê li lûtkeyên çiyayan malbateke Êzidî ya ji 50 kesî pêk tê heye. Kal û pîreke ku temenê wan nêzî 80’î ne wek sîwaneya malbatê ne, bi dîtina rêzdariyek mezin dijîn. Gelek bira, hevser û zarokên wan di malekê de dijîn. Ev xaniyê ku ji brîketan hatiye çêkirin ligel ku gelek mezin e jî ji vê malbatê re biçûk e. Dema mirov ji derve nêzî malê dibe, ya herî zêde bala mirovan dikişîne dengê zarokan e.  Keç, kur piranî di heman temenî de ne. Çavên wan qehweyî, reş, şîn, kesk in û bi kelecaneke mezin li me dinêrin.

Malbata  ku ji gundê Werdiya ya girêdayî Şengalê ne, di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Şengalê ya 3’ê Tebaxê de rastî zilmê hatine û ji bo ku ji komkujiyê rizgar bibin mala xwe, xaniyê xwe û warê xwe terk kirine û wek fermanên berê di vê fermanê de jî dîsa Çiyayê Şengalê ji xwe re wek stargeh dîtine û ji komkujiyê rizgar bûne. Gundiyên  Werdiyanî li pişta Çiyayê Şengalê ku navenda Şengal û gundê wan dibîne bicih bûne.

Di nava Werdiyan de malbateke ji 50 nifûsî pêk tê heye. Ligel ku li xaniyekî fireh in jî xanî ji wan re biçûk tê. Endama herî ciwan a malbatê zaroka keç Berxwedana 7 mehî ye. Dema êrîşên li dijî Şengalê destpê kirine, Berxwedan li lûtkeyê Çiyayê Şengalê di bin darekê de hatiye dinê. Berxwedan di bin dareke mazî de tê dinê. Malbatê navê wê Berxwedan danîne.

Berxwedan êdî 7 mehî ye, mezin dibe û dikene. Bêguman ji vê zilm, germ û berxwedanê agahiya wê tine.  Wê rojekê zilma li ser gelê xwe fêr bibe û wek navê xwe û gelê xwe yê berxwedêr wê bi çavên ken li rojên xweş binêre.

Güncelleme Tarihi: 24 Mart 2015, 14:53
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER