Ebola sînorê 11 hezarî derbas kir

Li welatên Rojavayê Afrîkayê, hejmara mirovên ji ber şewba Ebola jiyana xwe ji dest dan, 11 hezar derbas kir. Yekane pêşketina ku hêviyê dide, daxuyaniya li ser bidawîbûna şewbê li Lîberya ye.

Ebola sînorê 11 hezarî derbas kir
 Li welatên Rojavayê Afrîkayê, hejmara mirovên ji ber şewba Ebola jiyana xwe ji dest dan, 11 hezar derbas kir. Yekane pêşketina ku hêviyê dide, daxuyaniya li ser bidawîbûna şewbê li Lîberya ye.

Hejmara mirovên ji ber şewba Ebola ya di sala 2013'an de li Gîneyê bi mirina zarokekî 2 mehî destpêk kir û piştre li Lîberya û Sîerra Leone belav bû, zêde dibe. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, vîrûs heta niha bi 26 hezar 593 kesî ketiye. Ji van 11 hezar 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji mirovên ji ber Ebola jiyana xwe ji dest dan 4 hezar 716 kes li Lîberyayê, 3 hezar 903 kes li Sîerra Leone û 2 hezar 386 kes li Gîneyê jiyana xwe ji dest dan. Yên mayî jî li Nîjerya, Malî û Kongo jiyana xwe ji dest dan.

WHO, ji ber bi derengî xeteriya şewba Ebola dît û banga 'rewşa lezgîn' di meha Tebaxê de kir, hatibû rexnekirin. Ji xwe WHO qebûl dike li dijî şewbê têkoşîneke têrker nehatiye meşandin û hejmara mirinan jî zêdeyî texmînan e.

Yekane pêşketina erênî ya di mijara şewbê de ew e, ku nexweşiyên Ebola yên nû li Lîberyayê bi temamî qediya ne. WHO ragihand ku li Lîberyayê şewba ebola bi temamî ji holê rabûye.

Li Gîne û Sîerra Leone di hefteya bihurî de 9 nexweşên nû yên ebola hatibûn tespîtkirin. Bi vî rengî hejmara nexweşan di nava vê salê de yekemcar ewçend kêm bû.

Vîrûsa Ebola ku tedawiya wê heta niha nehatiye dîtin, yekemcar di sala 1976'an de li Zaîre (Komara Demokratîk a Kongo ya îro) derketibû holê û heta sala 2013'an rê li ber mirina bi sedan kesî vekiribû. Şewba ku piştî sala 2013'an de ji Gîneyê belav bû jî bû şewba herî kujer a heta roja îro.

Güncelleme Tarihi: 07 Mayıs 2015, 09:31
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER