Gundê Um El-Xêr hate rizgarkirin, 30 çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê ku di çembera şervanên YPG’ê de me xwe li her derê didin da ku ji çemberê birevin, li herêma di navbera gundê Huda û Til Fiwêdat şer derket, di encamê de 30 çete hatin kuştin. Gundê Em El-Xêr jî ji çeteyan hate rizgarkirin.

Gundê Um El-Xêr hate rizgarkirin, 30 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ’ê ku di çembera şervanên YPG’ê de me xwe li her derê didin da ku ji çemberê birevin, li herêma di navbera gundê Huda û Til Fiwêdat  şer derket, di encamê de 30 çete hatin kuştin.  Gundê Em El-Xêr jî ji çeteyan hate rizgarkirin.


Li gorî agahiyên Nûçegîhanên ANHA’yê ji herêmên şer ragîhandine, di nava 2 saetên dawî de çeteyên ku dixwazin ji çembera şervanên YPG’ê birevin xwe li her derê didin. Çeteyan êrîşî herêma di navbera gundên Huda û Til Fiwêdat ên ji aliyê şervanên YPG’ê hatine rizgarkirin dan, li vir di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di encama pevçûnên ku hîn dom dikin de 30 çete hatine kuştin.

Di heman de nûçegîhanên ANHA’yê dan zanîn ku şervanên YPG’ê gundê Ume El-Xêr a li gojavayê Til Temir ji çeteyan hate rizgarkirin.

Şervanên YPG vê sibê gundên Um El-Mesamir û Hevîcê ji çeteyan paqijkirin. Li gel paqijkirina van gundan eniyên şer ên Serdêkanîyê û Til Temir-Hesekê bi hevre hatin girêdan. Li gel girêdana van eniyan 23 gundên Asuriyan yên li derdora Xeburê bi giştî ketin di bin dorpêça şervanên YPG’ê. Her wiha bi vê operasyonê rêya çeteyan ya li çiyayê Ebdileziz (Çiyayê Kezwanan) jî hate bîrin.

YPG di çarçoveya Hamleya Fermandar Rûbar de ku ji bo bajahiya rojavayê Kantona Cizirê ji çeteyan paqij bike dabû destpêkirin her du eniyên şer yên wekî Serêkaniyê û Til Temir-Hesekê kirin yek û di encama operasyonê de 23 çete hatin kuştin. Balafirên koalisyona navnetewî jî biryargeha li gundê Mexluce ku di qontarê Çiyayê Ebdilezid de ye bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 panzer, tirimpêlek bombebarkirî û 15 tirîmpelên çeteyan hatin rûxandin.

Güncelleme Tarihi: 18 Mayıs 2015, 13:28
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER