HDP: Em biryara DDB’ê red dikin

HDP’ê nerazîbûn nîşanî biryara DDB’ê ya têkildarî mehra olî de daye û got ev biryar qezencên jinan têk dibe. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê li dijî polîtîkayên AKP’ê yên li dij jinê, li kolanê û Meclîsê têbikoşin.

HDP: Em biryara DDB’ê red dikin
 Koordînasyoan Jinan a Navendî ya HDP’ê, têkildarî betalkirina biryara Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) a xelên 5. û 6 a Qanûna Cezay a Tirk  ku beyî mehra fermî, yên mehra olî dikirin dihatin cezakirin, de daxuyaniyek da.


Hat gotin ku ev biryar, hemû qezencên jinan tine dike, divê ev biryara wan bê redkirin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “DDB ya ku ti endamên wê yên jin tine, bi vê biryarê de 10. Xala wekheviyê ya Destura Bingehîn de, rêgeza layîkbûnê û rêgeza Peymana Stenbolê, peymana CEDAW’ê ya newekheviya jinê qedexe dike, binpê kiriye. Bi vê biryara betalkirinê re ceza ji holê hatiye rakirin,  jin ji derveyê hiqûqa nefeqe û mîrateyê hiştin.

ŞERMA DEMOKRASIYÊ

Serokê DDB’ê Zuhtu Arslan û 11 endamên wê ku biryara kesên beyî mehra fermî, mehra olî dikirin, dihatin cezakirin, rakirine, ev bi îfadeya ‘Li gor hiqûqa jiyana bi hev re nayên cezakirin, mehra olî wek sûc qebûlkirin, mudaxaleya bê pergale’ kirine û got: “Ev biryara DDB’ê  şermeke mezin a demokraisyê ye.  Bi vê re wê ti mafê zarok û jinî tinebe. Em wek jinên HDP’ê wê  xwedî li qezencên jinan derkevin. Em li kolan û meclîsê têbikoşin.”

Güncelleme Tarihi: 01 Haziran 2015, 17:29
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER