Heta roja îro 40 hezar Kobaniyî vegeriyan

Kobaniyên ji hewldana komkujiyê reviyan, pêl bi pêl li warê xwe vedigerin. Hat ragihandin ku heta roja îro nêzî 40 hezar Kobaniyî bi tenê ji Pirsûsê vegeriyane.

Heta roja îro 40 hezar Kobaniyî vegeriyan
 Kobaniyên ji hewldana komkujiyê reviyan, pêl bi pêl li warê xwe vedigerin. Hat ragihandin ku heta roja îro nêzî 40 hezar Kobaniyî bi tenê ji Pirsûsê vegeriyane. Ciwanên ji bo vegerê ketine rêzê dibêjin, "Em ê careke din neterikînin û bi canê xwe em ê wê biparêzin."


Kobaniyên ji ber hewldanên komkujiyê yên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe biterikînin, kom bi kom li Kobanê ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hat azadkirin, vedigerin. Kobaniyên 6 mehan li derveyî warê xwe jiyan, tevî hemû daxuyanî û hişyariyan jî, li cih û warên xwe vedigerin. Ji destpêka êrîşan û pê ve nêzî 200 hezar kes, bi alîkariya Şaredariyên DBP'yî û welatiyan re, di serî de li Pirsûsê li kamp û malan hatin bicihkirin.

BI QASÎ 40 HEZAR KOBANIYÎ VEGERIYAN

Ji 20 hezar Kobaniyên li wargehên Arîn Mîrxan, Rojava, Sûphî Nejat Agirnasli, Kobanê, Kader Ortakaya û Şehîd Gelhad diman, nîvê wan ev wargeh terikandin û vegeriyan Kobanê. Ji 26'ê Çileyê roja azadkirina Kobanê ji aliyê hêzên YPJ/YPG'ê û vir ve, ji Pirsûsê bi qasî 40 hezar Kobaniyî vegeriyan Kobanê. Di rojên ku Deriyê Sînor ê Kobanê ya Serxetê vekiriye de, bi hezaran Kobaniyî ji bo vegerê dikevin rêzê û tevî hemû zor û zehmetiyan vegera li cih û warên xwe tercîh dikin.

'EM Ê TI CARÎ NETERIKÎNIN'

Kobaniyî piştî çêkirina qeydê, ji bo careke din vegerin dikevin nava Kobanê. Yên di rêza vegerê de ne destnîşan dikin ku ew ê Kobanê biparêzin û ti carî ji çeteyan re nehêlin. Ciwanên ji bo vegerê ketine rêzê dibêjin, "Em ê careke din neterikînin û bi canê xwe em ê wê biparêzin."

Güncelleme Tarihi: 17 Mart 2015, 19:10
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER