Kobanê ya nû wê li pîvana 'bajarokê ekolojîk' bê

Ji bo nû ve avakirina Kobanê, bi pêşengiya Tevgera Ekolojîk a Kurdistanê endamên Saziya Tevgera Bûka Baranê ya Ekolojîst, li ser nêrîna welatiyên Kobanê anketek dan destpêkirin.

Kobanê ya nû wê li pîvana 'bajarokê ekolojîk' bê
 Ji bo nû ve avakirina Kobanê, bi pêşengiya Tevgera Ekolojîk a Kurdistanê endamên Saziya Tevgera Bûka Baranê ya Ekolojîst, li ser nêrîna welatiyên Kobanê anketek dan destpêkirin. Endamê Tevgera Bûka Baranê Mehmet Kaplan da zanîn ku piştî bangawaziya Salih Muslim wan li ser medyaya civakî xwe bi rêxistin kirine û got ku welatiyên Kobanê nêrîna bajarekî ekolojîkst bi kêfxweşiyek emezin pêşwazî kirine.

Berxwedana şervanên YPJ/YPG'ê ya li hemberî terorîstên DAIŞ'ê li gelemperiya cîhanê bandoreke mezin li hemû beşên civakê kir. Nirxên di berxwedana Kobanê de hatin afirandin bûn sembola parastina hêviya tevahiya mirovahiyê. Niha jî gelek kes ji bo ji nû ve avakirina Kobanê dixwazin tevlî kar bibin. Saziya Tevgera Bûka Baranê ya Ekolojîst a Kurdistanê jî yek ji wan saziyan e. Endamê Tevgera Bûka baranê Mehmet Kaplan da zanîn ku piştî bangawaziya Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ya ku ji bo avakirina Kobanê wan jî xwestine ji bo ji nû ve avakirina Kobanê xebateke ekolojîk bimeşînin û beriya vê xebatê jî fikir û ramanên welatiyên Kobanê bi anketekê digirin. Kaplan her wiha da zanîn ku gelek tevgerên ekolojîst ên dewletên cuda ji bo avakirina Kobanê dixwazin tevlî kar bibin.

'EM LI SER MEDYA CIVAKÎ KOM BÛN'

Kaplan di axaftina xwe de got ku piştî bangawaziya Muslim destpêkê wan xwe li ser medyaya civakî birêxistin kirine û axaftina xwe wiha domand: "Li ser hesabên me gelek kes li hev kom bûn û li ser vê mijarê dest bi xebatekê wiha kirin. Piştî ku me biryar da, em bi rêveberiya Kobanê re ketin di nava têkiliyê. Li Pirsûsê me xwest di destpêkê de nêrîna welatiyên Kobanê yên li ser ji nû ve avakirina Kobanê bigirin."

'NÊRÎNÊN WELATIYÊN KOBANÊ GIRÎNG IN'

Di axaftina xwe Kaplan got ku heta niha gelek reaksiyonên erênî ji welatiyên Kobanê wergirtine û wiha axivî: "Ji ber armanca me avakirina bajarê ekolojîst e, me bi welatiyan re raste raste ev mijare nîqaş kir û anketên me jî li ser vê esasê ne. Di destpêkê de me got dibe ku haya gelek welatiyan ji bajarê ekolojîst tinebe, lewma me di vê der barê de hin agahiyên destpêkê bi wan re parve kir û nêrîna wan girt."

Kaplan diyar ku xebatên wan bi anket û civînan dewam dikin û got: "Her çiqas em xebatek wiha bimeşîn jî em vê projeyê di çarçoveya qanûnên Rojava de dikin. Di nava nîqaşên me de hem pergala Rojava hem jî nêrîna tevgera azadiyê ya der barê ekolojiyê de hene. Dema ku me dest bi vî karî kir, nêzikatiya rêveberiya Kantona Kobanê hêz û baweriyek pir mezin da me."

'DIKARIN LI SER KOMA ME YA MEDYAYÊ ME BIŞOPÎNIN'

Der barê pirsên di nava xebata anketê de jî Kaplan got ku li ser esasê bajarekî ekolojîst pirs hatine amadekirin û pirsên xwe wiha rêz kir: "Dema ku hûn li Kobanê bûn, jiyaneke we ya çawa hebû?, Mala we çawa bû? Bexçeyê we hebû yan na? Dema ku me ev pirs jê kirin jî der barê ekolojiyê de me hinek agahî bi wan re parve kirin. Der heqê bingeheke ekolojîk de bi giranî reaksiyonên erênî tên nîşandan. Şopdarên dixwazin xebatên me bişopînin, dikarin li ser medya civakî ya koma bi navê 'Kobanêyî inşa etme platformu' bişopînin. Heta niha li Mêrsîn, Enqere, Stenbol û Îzmîrê platformên me hene û niha jî em li Pirsûsê vê platformê ava dikin. Yên dixwazin me bişopînin dikarin li ser vê komê xebatên me bişopînin."

Güncelleme Tarihi: 26 Şubat 2015, 10:52
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER