Zarokên Kobanê Dest Bı Sedema Nû Kır

Xwendekarên li dibistanên konbajarên Pirsûsa Rihayê dixwînin dest bi serdema duyemîn kirin.

Zarokên Kobanê Dest Bı Sedema Nû Kır

Xwendekarên li dibistanên konbajarên Pirsûsa Rihayê dixwînin dest bi serdema duyemîn kirin. Mamosteya zimanê kurdî Pervîn Hemo û mamoste Enwer Omer der barê destpêkirina serdema duyem a dibistanan û girîngiya perwerdeya zarokên Kobanê de axivîn. Mamoste Pervîn Hemo da zanîn ku serdema yekem ji bo xwendekaran pir serkeftî derbas bû û wiha axivî: “Niha me li vir dest bi serdema duyem kir û di nava zarokan de coşeke pir mezin heye. Dibistan ji bo zarokan pir girîng e. Ya duyem jî em dixwazin ku wan carek din vegerinîn jiyanê. Lewre bandora şer li ser zarokan hêj heye. Carna di wêneyên xwe de, di nivîsên xwe de behsa lîstîkên xwe û malbata xwe dikin.” 

MAFÊ WAN TÊ PARASTIN

Mamoste Enwer Omer jî got ku xebatên wan ên di nava konbajaran de didomin lê her wiha ji ber ku welatiyên Kobanê dê vegerin xebatên xwe li ser plana vegerê dimeşînin û wiha pê de çû: “Di destpêka meha dehan de me li vir hemû konbajaran li gorî derfetên xwe dibistan vekirin. Armanca me ya yekem ew e ku zarok ji mafên xwe yên perwerdeyê bêpar nemînin. Ji bo ku zarok careke din li gorî jiyana asayî tevbigerin mamoste yek bi yek bi zarokan re eleqedar dibin.” Mamoste Omer da zanîn ku ligel zehmetiyên heyî jî ew xwe li gorî rewşa vegerê amade dikin. Omer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha li Kobanê 7 mamosteyên ji bo amadekariyên dibistanan li ser kar in. Her wiha li Kobanê jî niha zarok hene û ji bo wan jî dibistan hatine vekirin. Niha li Bakur 5 hezar û 500 xwendekar hene. Heta zarokek bi tenê jî bimîne li Bakur dê xebatên me yên perwerdeyê didomin. Ji ber ku li Kobanê hemû bîna hatine hilweşandin û cihê perwerdeyê jî tune ye em bang li hemû dewletên navneteweyî û mirovan dikin ku bibin alîkar.”

Güncelleme Tarihi: 26 Şubat 2015, 10:58
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER