Kurkçu: Divê hilbijêrên li Ewropayê biçin ser sindoqan

Ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê, koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li herêma Paris-Ile De France dijîn, roja Şemiyê li Sarcellesê panelek lidar xistin.

Di panela ku parlamenterê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu weke axaftvan lê amade bû de bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyî amade bûn û pêvajoya hilbijartinê ya li Tirkiyeyê hat nirxandin.

Kurkçu di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku ji bo dîktat AKP'ê û xeyalên sîstema serokatiyê yên Erdogan bê hilweşandin ev pêvajoya hilbijartinê gelekî girîng e.

Kurkçu da zanîn ku CHP û AKP ji ber tirs û fikarên li ser derbasbûna HDP'ê ji bendê, her tim bi antî propaganda û êrîşkariyê êrîşî HDP'ê dikin û got, "Bi rastiyê dizanin. HDP wê bendê derbas bike. Ji ber vê yekê êrîş dikin."

Kurkçu girîngiya dengê hilbijêrên li Ewropayê vegot û diyar kir ku HDP wê di hilbijartinan de bibe mozaîka hemû gelên Tirkiye û Mezopotamyayê. Kurkçu ji hêzên alîgirên demokrasî û aştiyê yên li Ewropayê xwest, dengê xwe bidin HDP'ê.

Di panela ku bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyî lê amade bûn de, qeyda hilbijartinê jî hat kirin.

Güncelleme Tarihi: 08 Mart 2015, 10:54
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER