PGDM: Em bang li gelê Suryanî, Asûrî, Keldanî dikin destekê bidin HDP'ê

Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (PGDM) bang li gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî kir ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîrana 20154'an de destekê bidin HDP'ê.

PGDM: Em bang li gelê Suryanî, Asûrî, Keldanî dikin destekê bidin HDP'ê
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (PGDM) bang li gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî kir ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîrana 20154'an de destekê bidin HDP'ê.


Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (PGDM) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî kir ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîrana 20154'an de destekê bidin HDP'ê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku zîhniyeta 1915 Seyfo/Qirkirinê di roja îro de bi awayekî faşîzma sivîl ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê dewam kirin û hat destnîşankirin ku ev sed sal in ji ber zîhniyeta nîjadperest a Tirk Seyfo/Qirkirin, komkujî, sirgûn, kuştinên kiryar nediyar, zîndan û darvekirin hatine serê gelan. PDGM got, "Mîna ku ev jî têrê neke, di demên dawî de hikûmeta AKP'ê bi her awayî destek da gurûha DAIŞ'ê ya lanetbûyî. Komkujiyên li Nînova, Şengal, Kobanê û Xabûrê li gelên me hatin kirin, mirov dikarin weke Seyfo/Qirkirineke nû' pênase bikin."

PGDM da zanîn ku her çend ev êrîş bi destê DAIŞ'ê ve hatibe kirin jî desketdarê vê yê esasî AKP ye û destnîşan kir ku ev yek sûcê li dijî gelan, mirovahî û dîrokê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Eger gelên Asûrî/Suryanî/Keldanî û gelên din dikarin îro pirsgirêkên xwe bînin ser ziman ev yek ne fazîleta hikûmeta AKP'ê ye, têkiliya vê yekê bi alternatîfa demokratîk a Tegera Şoreşgerî ya Tirkiyeyê, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û HDP diparêze ve heye. Di rewşa heyî de, bi encama alternatîfa demokratîk a HDP'ê de yekemcar di dîroka Tirkiyeyê de parlamenterek, hevşaredareke bajarê mezin ji nava gelê me derket û hema hema her roj pirsgirêkên gelê me tê rojevê. HDP partiyeke ku wekheviya berjewendiyên demokratîk ên gelan diparêzin e, lewma em çiqasî vê partiyê mezin bikin êşên gelên me jî wê kêm bibe û li şûna van êşan em ê jiyaneke hevpar a gelan ava bikin. Bi vî rengî em ê zîhniyetê AKP'ê yê li pêşiya me asteng e ji holê rakin û bi hev re ber bi demokratîkbûyîna civakî ve bimeşin.

Weke PGDM; ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên gelan, ji bo serbestberdana girtiyan, ji bo rûbirûbûna bi Seyfo/Qirkirin û hemû komkujiyan re, ji bo di navbera Dewleta Tirk û PKK'ê de aştiyeke mayînde pêk were, ji bo her kes karibe xwe bi awayekî azad îfade bike, ji bo her kes ji hemû mafan sûdê werbigirin, ji bo pêşvebirina ekolojiyê, zêdekirina rola jinê, jîndarkirina zarokan, bidawîbûna şerê li herêmê, hatina aştiyê, qedandina vîrûsa DAIŞ'ê, jiyana bê pirsgirêk a baweriyên Îslam, Xiristiyan, Êzidî, Elewî û Yahûdî, hilweşandina desthilatdariya faşîst a Erdogan, ji bo avakirian sîstemeke demokratîk a gelan, em bang li hemû bindestan bi taybetî jî gelê xwe yê Asûrî/Suryanî/Keldanî dikin ku di hilbijartinên 2015'an de dengê xwe bidin HDP a aştî, azadî û jiyaneke bi rûmet ji bo hemû gelan dixwaze."

Güncelleme Tarihi: 08 Mart 2015, 11:02
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER