Li Amedê 10 kes hatin girtin

Li Amedê ji kesên hatibûn binçavkirin 10 kes bi îdîaya "Ligel endamên rêxistinê nîn in li ser navê rêxistinê sûc kirin" hatin girtin.

Li Amedê 10 kes hatin girtin
Li Bakurê Kurdistanê girtin û binçavkirinên li dijî kesên tevlî çalakiyên protestoya 15'ê Sibatê bûn bê navber didomin. Li Amedê ji kesên hatibûn binçavkirin 10 kes bi îdîaya "Ne endamên rêxistinê ne, lê li ser navê rêxistinê sûc kirine" hatin girtin.


Li Amedê ji kesên di bûyerên piştî meşa bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, hatin binçavkirin 10 kes hatin girtin. Di bûyeran de jê 18 zarok 29 kes hatibûn binçavkirin.

Duh piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Amedê sewqî dozgeriyê hatibûn kirin û ji kesên hatin binçavkirin 18 zarok û kesekî din piştî îfadeyên dozgeriyê serbest hatin berdan.

10 kesên din jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. 10 kesê sewqî dadgehê hatin kirin jî bi îdîaya "Ne endamên rêxistinê ne, lê li ser navê rêxistinê sûc kirine" hatin girtin.

Güncelleme Tarihi: 18 Şubat 2015, 14:20
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER