Li gelek navendên Ewropayê 8'ê Adarê hat pîrozkirin

Li gelek navendên Ewropayê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê, jin bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê bijî YPJ" daketin qadan. Çalakiyên 8'ê Adarê yên li Ewropayê wê îro jî dewam

Li gelek navendên Ewropayê 8'ê Adarê hat pîrozkirin
 Li gelek navendên Ewropayê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) jin bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê bijî YPJ" daketin qadan. Çalakiyên 8'ê Adarê yên li Ewropayê wê îro jî dewam bikin.

DUISBURG

Li bajarê Elmanya Duisburgê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê bijî berxwedana YPJ'ê" mîtîngek hat lidarxistin. Tevî gelek saziyên jinan ên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Partiya Çep a Elmanya nêzî 300 jin beşdarî mîtînga li Koningplatzê bûn. Di daxuyaniya hevpar a li ser navê rêxistinên jinan ên beşdarî mîtîngê bûn de hat destnîşankirin ku berxwedana YPJ'ê di xurtbûna berxwedan û pêşveçûna jinê de li gelemperiya cîhanê roleke mezin lîste. Hat destnîşankirin ku li Rojhilata Navîn bi pêşengiya YPJ'ê li hemberî mejiyê mêr ê 5 hezar salî, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û sîstema kapîtalîst şer tê meşandin.

WUPPERTAL

8'ê Adarê li bajarê Elmanya Wuppertalê jî ji aliyê bi sedan jinî ve hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku ji aliyê gelek saziyên jinan ve hat organîzekirin rastî eleqeyeke mezin hat. Zeynep Işik Guner li ser navê CENÎ li vir axivî û diyar kir ku Tegera Jinên Kurd bi salane ji bo azadiya jinê têdikoşe. Işik Guler da zanîn ku ev têkşîn bi berxwedana Kobanê re hîn bêhtir hatiye naskirin û dîtin û di serî de cangoriyên jin ên Kobanê hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî. Işik Guler ragihand ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û got, "Em dibînin ev yek ji bo tevahiya jinan veguheriye hêviyê. Ya dikeve ser milê me jî xwedîderketina li vê şoreşê ye, jîndarkirina wê bi rengê jinê ye. Pîrozbahî bi stranên ji zimanên cuda û gerandina gonvedê bi dawî bû.

HAMBURG

Li bajarê Elmanya Hamburgê jî bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek hat lidarxistin. Di meşa li ser banga Platforma Jinê ya Hamburgê de bi sedan jin amade bûn. Di meşa ku berxwedana YPJ'ê hat silavkirin de, belavoka Buroya Aştiyê ya Jina Kurd CENÎ ji bo Zeynep Celaliyan a ji sala 2008'an û vir ve li zîndanên Îranê tê ragirtin amade kiribû, hat belavkirin. Jinên Kurd di meşê de bi kincên xwe yên gelêrî bal kişandin. Meşa ji Hachmannplatzê destpê kir, li Gaensemarktê bi gerandina govendê bi dawî bû. Di vê navberê de wê îro saet di 14:00 de ji aliyê Dîwana Jinê ya HAK-EVÎ Hamburg ve çalakiyek bê lidarxistin.

FREIBURG

8'ê Adarê li bajarê Elmanya Freiburgê jî hat pîrozkirin. Meşa li Stadttheater destpê kir, ji tevgerên jinan, partiya çep û komeleyên Elman bi beşdariya 300 kesî pêk hat. Çepgirên Elman di çalakiyê de bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî Berxwedana YPJ'ê" û "Kobanê" bal kişandin ser Şoreşa Rojava. Di axaftinên li mîtînga piştî meşê de hat ragihandin ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê pêwîstî bi dildaran heye û bang hat kirin. Meş bi gerandina govendê bi dawî bû.

GIESSEN

Li bajarê Giessenê jî di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bi şiyara "Bi jina azad re ber bi neteweya azad" meşek hta lidarxistin. Li dû meşa bi beşdariya hejmareke zêde ya jinan de mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de mêran jî 8'ê Adarê li jinan pîroz kirin û gula sor belav kirin. Di mîtînga piştî meşê de li ser navê TJKE axaftin hat kirin û anî ziman ku jin heta roja îro di malê de bûn, lê belê ji îro û pê ve wê daketin qadan û azadiyê biqîrin.

DORTMUND

Bi pêşegniya Meclîsa Jinê ya Rozerîn û Meclîsa Jinê ya Fîdan a Hagenê, bi beşdariya jinên Elman û gelên biyanî yên li Dortmundê meşek hat lidarxistin. Di meşê de berxwedana YPJ'ê hat silavkirin. Di mîtînga piştî meşê de hat destnîşankirin ku berxwedana jinên Kurd a li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî û hat gotin, "Ji bo komkujiyên nû yên jinê rû nedin, divê em li hemberî hovîtiya DAIŞ'ê dengê xwe bilind bikin."

MUNCHEN

Li Munchenê jî ji aliyê gelek rêxistinên jinan û Meclîsa Jinê ya Sara ve çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin. Di destpêkê de li navenda bajêr meşek pêk hat. Di axaftinên piştî meê de hat ragihandin ku 8'ê Adarê ya îsal diyarî berxwedana Kobanê hatiye kirin û hat destnîşankirin ku girîng e serketina bi pêşengiya Kobanê bi dest ketiye, her tim bê destekirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

NURNBERG

Li Nurnbergê jî meşek hat lidarxistin. Meşvan piştre hatin Mala Gel a Medya ya li Nurnbergê û li vê derê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Hevserokên Mala Gel a Medyayê di pîrozbahiya li vir de bal kişandin ser girîngiya 8'ê Adarê û destnîşankirin ku jinên li cîhanê ancax bi têkoşînê dikarin bi ser bikevin. Hat destnîşankirin ku têkoşîna jinên Kurd di heman demê de têkoşîna azadiya jinên cîhanê ye. Pîrozbahî bi gerandina govenda li ber stranên Koma Şîlan bi dawî bû.

HILDESHEIM

Li Hildesheimê jî bi armanca pîrozkirina 8'ê Adarê Meclîsa Hildesheimê ya NAV-DEM'ê hin rêze çalakî lidar xist.  Di pîrozbahiyê de Meclîsa Jinê ya Meclîs gul li beşdaran belav kir û piştî axaftinan mamosteyê muzîkê Hayrî Daban û şagirtên wî hunera xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

BOLOGNA

Li bajarê Îtalya Bolognayê, di bin navê "Bi têkoşîna jinên Kurd re em azad bibin" li Komeleya Jinê ya Armonie bi wesîleya 8'ê Adarê çalakiyek hat lidarxistin. Li ser navê tevgera femînîst a Bologna Layla Bûzzî li vir peyivî û got, "Em piştevaniya têkoşîna jinên Kurd dikin, ji ber ku têkoşîna wan têkoşîna me ye." Di pîrozbahiyê de ji Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd Nûrsel Kiliç jî axaftinek kir.

BRUKSEL

Li Belçîkayê çalakiyên 8'ê Adarê di roja duyemîn de dewam kirin. Bi pêşengiya jinên Kurd gelek jin beşdarî çalakiyan bûn. Di axaftinên li vir de hat ragihandin ku berxwedana jinê ya li Kobanê derketiye asta herî bilind li her devera jin lê dijîn ruhê têkoşîn û berxwedanê afirandiye. Di axaftinên li mîtînga li Brukselê de hat destnîşankirin ku bi xurtkirina rêxistinbûyîna jinê li her qadê re jin dikarin azad bibin. Di çalakiya ku bi zimanên Kurdî û Fransî dirûşme hatin qîrîn de gelek belavok hatin belavkirin.

MONTPELLIER

Li bajarê Fransa Montpellierê, 8'ê Adarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Di çalakiya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê ve hat rganîzekirin, nêzî 60 kes amade bûn. Piştî vegotina dîroka têkoşîna jinê, beşdaran têkoşîna jinan a li Kobanê û Şengalê silav kirin. Jinan destnîşan kirin ku jin bi rêxistinbûyînê dikarin azad bibin.

Güncelleme Tarihi: 08 Mart 2015, 10:51
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER