Li Şengal û Kerkukê çalakî

Gerîlayên HPG-YJA Starê li Şengal û Kerkukê li dijî çeteyan çalakî pêk anîn.

Li Şengal û Kerkukê çalakî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên li Şengal û Kerkukê pêk hatin daxuyaniyek dan.


HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "19’ê Adarê saet di navbera 13.00 û 14.00’an de li Taxa Jêr a girêdayî Şengalê hêzên me yên gerîla li dijî çeteyan çalakiyek sûîqestê pêk anîn û çeteyek kuştin. Her wiha saet 22.30’an jî li Taxa Jêr  gerîlayan li dijî wesayîteke çeteyan çalakî pêk anîn û vê wesayîtê darbeyên giran girtiye."

HPG’ê der barê çalakiya li Kerkukê de ev agahî da:

"18’ê Adarê saet di 14.00’an de li navçeya Daqûq a Kerkukê li gundên Uzeyrî li dijî nuqteya stratejîk a çeteyên DAIŞ’ê gerîlayên me çalakiyek pêk anîne. Di encama vê çalakiyê de nuqteya çeteyan bi giştî ketiye destê hêzên gerîlayan û di encama vê çalakiyê de hinek cebilxaneya leşkerî ketiye destê gerîlayên me.”

Güncelleme Tarihi: 20 Mart 2015, 16:27
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER