Li ser sînor nobeda edaletê

Li Roboskî ku çend roj berê hêstir lê hatin qetilkirin, gundî ev sê roj in li ser sînor nobeda 'edaletê' digirin.

Li ser sînor nobeda edaletê
Li Roboskî ku kujerên 34 mirovan hînê nehatine cezakirin, çend roj berê hêstir bi awayekî komî hatin qetilkirin. Vê yekê rê li ber hêrseke mezin a gel vekir. Gundiyan li ser sînor dest bi nobeda 'edaletê' kirin.


ji gundiyên Roboskî Velî Encu der barê çalakiyê de agahî da û got, "Gund bi temamî hatiye valakirin. Li cihê hêstirên me lê hatin qetilkirin, em nobeda xwe ya edaletê dewam dikin."

Encu ragihand ku cihê çalakiya nobedê lê tê lidarxistin nêzî cihê komkujiya Roboskî ye û got, "Li vê derê polîtîkayek heye ku bi salane li dijî gelê Roboskî tê meşandin. Ev polîtîka li dijî pêvajoya aştî û çareseriyê ye. Em dixwazin êdî dawî li vê rewşê bê anîn."

Encu diyar kir ku tevî Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz wê rêveberên HDP û DBP'ê jî îro beşdarî çalakiya nobedê bibin û daxwaza gel bi vî rengî kurteber kir: Em dixwazin leşker xwe ji ser sînor vekişîne.

Encu komkujiya hêstiran a berî demeke kurt bibîr xist û got, "Li Roboskî 34 canên me qetil kirin. Ev jî têra wan nekir. Rabûn berî çend rojan hêstirên me qetil kirin. Heta ku hesabê van neyê dayîn, em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin."

Güncelleme Tarihi: 29 Mart 2015, 20:32
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER