Li Til Temirê yek jê serçete 9 çete hatin kuştin

Li gundewarên Til Temir, di pevçûnên di navbera hêzên hevbeş û çeteyên DAIŞ’ê de 9 çeteyên ku yek ji wan serçeteyekî ji Tûnisê hatin kuştin û 3 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin.

Hat ragihandin, ku li gundewarên di navbera Til Temir û Hesekê de, pevçûnên di navbera hêzên hevbeş (YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Zêrevanên Xabûr, Sotoro û Asayîş) û çeteyên DAIŞ’ê de didomin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li derdora gundê Şamîran ê li rojavayê Til Temirê di encama çalakiya hêzên hevbeş de 5 çeteyên ku di nava wan de serçeteyekî ji Tûnisê jî heye hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Her wiha wesayîteke Hammer û wesayîteke pîkap hatin rûxandin.

Li ser rêya di navbera Til Temir û Hesekê de jî di navbera hêzên hevbeş û çeteyan de şevê din şer pevçûn derketin. Çeteyên ku xwestin bikevin gundê Xirêta ketin kemîna şervanên YPG/YPJ’ê. Di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û wesayîteke leşkerî hate rûxandin, wesayîteke ku doçka li ser bû jî hate derbkirin.

Li aliyê din komên çete ji duh ve gundên Rikbê û Til Nisra yên li başûrrojavayê Til Temirê bi tank û hawanan topbaran dikin. Ji ber topbaranê li her du gundan ziyanên madî çêbûn.

Güncelleme Tarihi: 02 Mart 2015, 10:33
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER