Newroz li çiyayên Kurdistanê hat pîrozkirin

Cejna Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji aliyê bi sedan gerîlayî ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Newroz li çiyayên Kurdistanê hat pîrozkirin
Cejna Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji aliyê bi sedan gerîlayî ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di axaftina xwe ya li pîrozbahiyan de diyar kir ku Newroz di dîroka Kurdistanê roja bilindkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ye.


Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Newroz ji aliyê bi sedan gerîlayî ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, endamên Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Delal Amed, Xelat Şemsî, Îrfan Amed, Koçero Ûrfa û gelek fermandarên gerîla amade bûn.

Pîrozbahiya Newrozê ya gerîla bi merasîma leşkerî destpê kir. Fermandariyê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan li merasîmê axivî û ev xal destnîşan kir: "Newroz di dîroka gelê me û herêma me de xwedî cihekî girîng e. Li dijî serdestiya zilmê roja berxwedanê ye. Li Kurdistanê bi derketina Rêber Apo re Newroz bêhtir watedar bû. Newroz bû roja bilindkirina têkoşîna demokrasî, azadî û berxwedanê. Newroz roja serketin û pêngava mezin e. Bi keda Rêber Apo û lehengiya şehîdan re Newroz di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bû xwedî wateyeke giranbuha. Li ser vê bingehê ez Newroza Rêber Apo, gelên Kurdistan û herêmê, dayikên şehîdan, hemû rêhevalan û her kesên bi agirê Newrozê li ber xwe didin, pîroz dikim. Yên bedena xwe bi agirê Newrozê xemilandin, şehîdên me yên leheng ên Newroz kirin Newroz, di kesayetiya Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de hemûyan bibîr tînin û soza xwe dubare dikin. Em ê bîranîna wan bi geşkirina agirê Newrozê, bi bilindkirina têkoşîna azadiyê re bidin jiyîn."

Karayilan axaftina xwe bi dirûşmên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" bi dawî kir û gerîlayan jî heman dirûşme berz kirin.

Piştî axaftina Karayilan, fermandarên gerîla yek bi yek Newroza gerîlayan pîroz kirin û piştre Karayilan bi gerîlayan re civînek lidar xist.

Li dû civînê, gerîlayan bernameya xwe ya çandî ya bi wesîleya rojê amade kirin, pêşkêş kirin. Pîrozbahiyên Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bûn.

Güncelleme Tarihi: 20 Mart 2015, 16:23
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER