Pêşmegreyên li Kobanê vegeriyan Başûr

Pêşmergeyên ku bi armanca piştgiriya berxwedana dîrokî hatibûn Kobanê, vegeriyan Başûrê Kurdistanê.

Pêşmegreyên li Kobanê vegeriyan Başûr

Pêşmergeyên rêveberiya Başûrê Kurdistanê ku di 30’ê cotmeha 2014’an de di ser Bakûrê Kurdistanê hatibûn û di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Herêma Kobanê bibûn, piştî bidawîbûna erka wan, vegeriyan Başûr. Pêşmerge şevêdin saet di 23.00’yan de di Deriyê Sînor ê Murşitpinarê re derbasî Bakûr bûn û ji wir jî berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

Pêşmergeyên ku hejmara wan 150 bû, heta niha wekî 4 ekîban hatibûn Kobanê. Ekîba yekemîn di 30’ê cotmeha sala 2014’an, ekîba duyemîn di 2’yê kanûna sala 2014’an, ekîba sêyemîn jî di 15’ê çileya sala 2015’an û ya çaremîn jî di 27’ê sibata sala 2015’an de derbasî Herêma Koboanê bibû.

Güncelleme Tarihi: 29 Nisan 2015, 17:15
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER