'Pêwîstiya jinê ji her demê bêhtir bi hêzên parastina cewherî heye'

Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd destnîşan kir, ku di salvegera 158. a 8'ê Adarê de jin li her devera cîhanê li hemberî sîstema ji mejiyê mêr, li ber xwe didin

'Pêwîstiya jinê ji her demê bêhtir bi hêzên parastina cewherî heye'
Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd, der barê 8'ê Adarê de daxuyaniyek da û got, "Di rewşa heyî de êdî jiyana jinê ne ewle ye û pirsgirêka ewlekariyê derketiye asta herî bilind. Ji ber van sedeman, ji bo jin karibe xwe bi xwe biparêze, ji her demê bêhtir pêwîstiya xwe bi hêzên parastina cewherî heye."


Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgear Jinên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku di salvegera 158. a 8'ê Adarê de berxwedana jinan a li dijî sîstema ji mejiyê mêr, li her devera cîhanê dewam dike.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her çend 8'ê Adarê di 16'ê Kanûna 1977'an de weke "Roja Jinan a Cîhanê" ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve mîna rojeke têkoşînê hatibe qebûlkirin jî, hînê gelek welatan bi awayekî fermî ev roj nas nekirine.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêkanînên ji mejiyê serdstiya mêr û cihêkariya li jinê tê kirin û hat gotin, "Jin çiqasî li hemberî vê xwe zane bike, çiqasî xwe birêxistin bike, ewqasî jî dibe hedef. Êrîşên li hemberî jinên rêxistinbûyî û têkoşer kûr dibin û vediguherin qirkirineke rêk û pêk a nav lê nehatiye kirin. Qirkirina jinê li her devera cîhanê ji Ewropayê heta Afrîkayê, ji Rojhilata Navîn heta Latîn Amerîkayê bi şêweyê herî hov dewam dike. Li dijî jinê şerekî ku nav lê nehatiye kirin tê meşandin, bi polîtîkayên talan û zextê re tê xwestin, zayenda jinê bê bêdengkirin. Bêguman jin li hemberî van êrîşên hovane xwe birêxistin kirine, li ber xwe dane û têkoşiyane.

Têkoşînên bidestxistina mafên jinê yên bi sedan salan tên meşandin, destketiyên mezin li ser navê zayenda jinê afirandine û bûne wesîleya qezençkirina nirxên azadîparêz û demokratîk ên civakê. Lê belê şîdeta li hemberî jinê, sûcên şer, binpêkirinên mafên mirovan, cihêkarî û bêhiqûqî jî ewçendî mezin û zêde bûye."

Hat ragihandin ku sûcên li dijî jinê yên şîdeta, kuştina namûsê, zewicandina bi zorê, tecawiz, resm, destdirêjî, sunet, cihêkarî, kolekirin, êrîşa li hemberî beden, nêrîn û nasnameya jinê, li Rojhilata Navîn bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya jinên Kurdên Êzidî, Xiristiyan, Şîa, Kakaî, Tirkmen-Elewî, Asûrî û Ermenî, zêde bûne.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankiirin ku polîtîkaya qirkirina jinê ya ji ber mejî û sîstema ji desthilatdariya mêr di sedsala 21'an de kûr bûye û hat gotin, "Li Ukraynayê 400 jin weke xenîmeta şer hatin revandin, rastî tecawizê hatin û hatin kuştin. Li Başûrê Kurdistanê 3000 jinên Kurd ên Êzidî ji ber ku ne Misilman bûn rastî tecawizê hatin û li bazarên koleyan hatin firotin. Li Nîjeryayê salê 350 jin hatin kuştin û 300 zarokên keç ên ji 12 heta 16 salî ji aliyê rêxistina çete ya bi navê Boko Haram ve hatin revandin. Di rewşa heyî de êdî jiyana jinê ne ewle ye û pirsgirêka ewlekariyê derketiye asta herî bilind. Ji ber van sedeman, ji bo jin karibe xwe bi xwe biparêze, ji her demê bêhtir pêwîstiya xwe bi hêzên parastina cewherî heye. Li dijî van hemû êrîşan cihê lê berxwedan û têkoşîn derket pêş, parastina cewherî esas hat girtin, Rojavayê Kurdistanê ye. Li 3 Kantonên Rêveberiya Xweser a Rojava, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di serî de ewlekariya jinê ewlekariya civakê dike. Ev 5 meh in li refên herî pêş ên berxwedana Kobanê, hêza parastina jinê YPJ cih digire.

Hêza parastina cewherî ya YPJ'ê ne tenê ji aliyê leşkerî ve, di hemû wijdanan de ruhê berxwedana azadiyê afirandiye. YPJ li dijî qirkirina jinê şerekî ji bo mirovahiyê ji her alî ve dimeşîne. Çawa ku di sala 1857'an de 129 jinan di têkoşîna kedê de jiyana xwe ji dest dan, îro jî şervanên YPJ'ê bêyî kêliyeke dudilê, bi awayekî fedaî ji bo nirxên jinê û tevahiya mirovahiyê têdikoşin. Lewma jinên Kurd têkoşîna li dijî qirkirina jinê her roj, bi dayîna berdêlên mezin vediguherînin 8'ê Adarê û bi têkoşîna xwe ya azadiyê re hemû jinên cîhanê hembêz dikin.

Li ser esasê em 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ser bingeha xwedîderketina li berxwedana Kobanê ku bûye sembola berxwedana bi heybet a jinê, bi ruhê berxwedanê yê hêzên YPJ'ê re bigihînin Şengal, Rojava, Mûsil, Kerkûk, Nîjerya, Gazze û Ukraynayê. Li her cihê jin lê rastî êrîşê tê, em berxwedanê bihûnînin."

Hat ragihandin ku li gelek bajarên Elmanya, li bajarên Fransa Parîs û Marsîlyayê, li bajarên Îtalya Mîlano, Bologna, Roma û li paytexta welatê Baskê Bîlbao, li bajarê Katalûnya Barcelonayê, li Latîna Amerîkayê Sao Paûlo û Bûenos Aîres, li Afganîstan, Awûstûralya û Kanadayê çalakî wê bi dirûşma "Ji Şengalê heta Kobanê bijî berxwedana YPJ'ê" werin lidarxistin.

Güncelleme Tarihi: 02 Mart 2015, 10:30
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER