Tûglûk: Di 7’ê Hezîranê de em di bin sîwaneya HDP’ê de bibin yek

Parlamentera HDP’ê Aysel Tûglûk li bajarê Bordeauxê beşdarî bernameyekê bû û diyar kir ku wê ji bo daxwaz û azadiya Elewiyan têbikoş in. Tûglûk destnîşan kir ku wê benda hilbijartinê jî bê hilweşandin.

Tûglûk: Di 7’ê Hezîranê de em di bin sîwaneya HDP’ê de bibin yek
Parlamentera HDP’ê Aysel Tûglûk li bajarê Bordeauxê beşdarî bernameyekê bû û diyar kir ku wê ji bo daxwaz û azadiya Elewiyan têbikoş in. Tûglûk destnîşan kir ku wê benda hilbijartinê jî bê hilweşandin û got, "Îro êrîşî HDP’ê dikin, ji ber dawiya wan nêz bûye. Em ê di 7’ê Hezîranê dengan bidin pêşeroja xwe. Divê em di bin sîwaneya HDP’ê de bên cem hev."


Li bajarê Fransa Bordeauxê ji aliyê Nûneriya HDP’ê ya Bordeauxê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve bi munasebeta 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Newrozê bernameyek hat organîzekirin.

Tevî hezaran kesî, Alîkarê Şaredariya Cenon û gelek Fransî jî beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de axaftin û peyamên ku li ser navê PKK, MLKP û Navenda Çanda Elewî ya Bordeaux hat dayîn de Newroz û hilhatina gel a di şexsê Ocalan de hat silavkirin.

EM Ê DENGAN BIDIN PÊŞEROJA XWE

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Aysel Tûglûk ku beşdarî bernameyê bû, bal kişand ser serketina Kobanê û wiha pêde çû: “Ger îro li Kobanê serketinek hebe, ev bi agirê berxwedana Mazlûman, Kemalan pêk hat. Berxwedana Kobanê wek serketinekê li dîrokê hat nivîsin. Ger em bixwazin ji zarokên xwe re jiyanek bi rûmet bihêlin, divê em dest ji berxwedanê bernedin. Ger pêşerojek hebe divê azad be û em nêzî qezencê ne.”

Tûglûk bal kişand ser gotina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a ‘Pirsgirêka Kurd tine’ û got: “Gelo çima li Îmraliyê hevdîtin tên kirin? Îro êrîşî HDP’ê dikin ji ber dawiya wan nêz e. Êdî gelê Kurd şiyar bûye. Di 7’ê Hezîranê de em ê dengan bidin pêşeroja xwe. Divê em di bin sîwaneya HDP’ê de bibin yek.  An em ê mezin qezenc bikin, an em ê mezin winda bikin.”

Hunermend Çetîn Oraner, Erol Berxwedan, Aras Agir, Derya Yanar û Çetîn Zîlan derketin ser dikê.  Berxwedana Kobanê û peyama Ocalan a di Newrozê de hat xwendin bi sînevîzyonekê hat nîşandan.

EM Ê JI BO DAXWAZ Û AZADIYA ELEWIYAN TÊBIKOŞIN

Tûglûk piştî bernameyê çû serdana Navenda Çanda Elewî.

Tûglûk bi lêv kir ku ji bo Elewî di HDP’ê de xwe bi îrade û daxwazên xwe rêxistin bikin û baweriya xwe azad bijîn wê têbikoşin û got: “HDP ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bû hêvî. Bi vê hêvî û baweriyê wê bend bên hilweşandin û ji bo Tirkiyeyek azad û demokratîk wê zêdetir xwe rêxistin bikin û têbikoşin.”

Kesên beşdarî bernameyê bibûn gotin ku bi xebatên li Bordeaux pêk hatine re gel bûne yek û li bajar ji sedî 40 deng tê hedefkirin.

Güncelleme Tarihi: 07 Nisan 2015, 19:59
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER