Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê encamên operasyona paqijkirina Kantona Kobanê ya 24 saetên dawî de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berxwêdana Kobanê ya ku li hemberî hewldanên dagirkirina terorîstên DAIŞ’ê tê meşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ketiye roja xwe ya 154’an û operasyonên şervanên YPG’ê yên Pengava Azadkirina Kobanê berdewam dikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê duh di seatên êvarê de bi armanca azadkirina gundê Xweydanê yê rojhilatê Kobanê çalakiyek li dar xistiye û wiha hate domandin: “Hêzên me piştî pevçunên dijwar gund ji dagirkeriya terorîstan rizgar kirin û derbên giran li terorîstan xistin. Di operasyone de 11 terorîst hat kuştin. Her wiha cenazeyên 5 terorîstan ketin destên şervanên me û 6 kleş, 23 şarjor û 1.000 fîşekên kilêşan, roketavêjek B7, 2 Bruno, 1.000 fîşekên BKC û 2 bêtel desteser kirin.”
Di berewamda daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şevê din li hemberî gundê Cibnê yê rojavayê Kobanê çalakiyek hatiye lidarxistin û ev agahî hatin dayîn: “Gundê ku di bin dagirkeriya terorîstên DAIŞ’ê de bû di demekî kin de hatiye azadkirin. Di encama vê çalakiyê de jî hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Hêzên me di navbera gundê Cibnê û Beyadê de dest danîn ser tireksek, loderek û bagerek.
Şervanên me şevê din li hember komên terorîstên ku li qada Girê Sêvê xwe bi cihkiribûn çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de pevçunên dijwar di navbera şervanên me û çeteyan de hatine jiyankirin û di encamê de 13 terorîst hatine kuştin. Hêzên me terorîstek tevî çek û cebilxane wî bi saxî girtin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku di çalakiyên 24 seatên dawî de şevranekî YPG’ê bi lehengî şer kiriye û gihişt şehadetê, şervanek jî jî birîndar bûye.
Di daxuyaniyê de nasnameya terorîstê ku hatiye girtin û hate dayîn. Li gorî daxuyaniyê nasnameya terorîst wiha ye:
Navê rast : Abıd elxafor Hacî Salıh
Nasnav: Ebû Ebdo
Navê dayık : Henê
Navê bav : Xalıd
Temen : 14 salî
Jı gundê : Meyaser gırêdayî Helebê
Güncelleme Tarihi: 17 Şubat 2015, 11:13