YPG’ê navê 6 şervanên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan aşkera kir

Nasnameyên 6 şervanên YPG’ê ku di 25’ê Sibatê û 2’yê Adara 2015’an de di pevçûnên gundê Çelebiyê yê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, hatin aşkerakirin.

YPG’ê navê 6 şervanên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan aşkera kir
 Nasnameyên 6 şervanên YPG’ê ku di 25’ê Sibatê û 2’yê Adara 2015’an de di pevçûnên gundê Çelebiyê yê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, hatin aşkerakir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin, nasnameya 6 cangoriyên Kobanê aşkera kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi îdîayek xurt û heta dilopa xwîna xwe ya dawî rêya serketinê armanc girtin. 6 rêhevalên me bi îradeyek xurt di şerê Kobanê de cihê xwe girtin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî çeteyan şer kirin û gihîştin şehadetê.

Di giyana van hevalan de berxwedan û têkoşîn di asta herî jor de bû. Zanistiya wan a ji jiyanê re hişt ku li dijî çeteyan şer bikin da ku mafê gelê bindest bi dest bixin û jiyanek hevpar ava bikin.

Armancên şehîdên me wê bi berxwedan û têkoşînê bigihîjin encamê. Erka me ya sereke ew e ku em soza xwe bi şehîdan re nû bikin û rêya azadiya gelan heta dawiyê bişopînin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên cangoriyan wiha ne:

-Argeş Efrîn, 25’ê Sibata 2015 li gundê Çelebiyê- Kobanê jiyana xwe ji dest da.

- Armanc Kobanê, 25 Sibat 2015 Gundê Çelebiyê – Kobanê jiyana xwe ji dest da

-Leyla Dêrik, 2 Adar 2015 Gundê Çelebiyê – Kobanê jiyana xwe ji dest da

- Reşîd Serdar, 2 Adar 2015 Gundê Çelebiyê- Kobanê jiyana xwe ji dest da

- Hêvî Jiyan, 2 Adar 2015 Gundê Çelebiyê- Kobanê jiyana xwe ji dest da

- Navdar Kobanê, 2 Adar 2015 Gundê Çelebiyê- Kobanê jiyana xwe ji dest da

Güncelleme Tarihi: 08 Mart 2015, 20:34
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER