YPJ-Şengal mezin dibe: 12 şervanên nû tevlî refên têkoşînê bûn

Ji dewreya Şehîd Edessa ya Akademiya Şehîd Xanê, 12 şervanên jin mezûn bûn û tevlî refên YPJ-Şengal bûn.

YPJ-Şengal mezin dibe: 12 şervanên nû tevlî refên têkoşînê bûn
Ji dewreya Şehîd Edessa ya Akademiya Şehîd Xanê, 12 şervanên jin mezûn bûn û tevlî refên YPJ-Şengal bûn.


Li gel YBŞ'ê, Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê jî roj bi roj bi tevlîbûnên nû xurt dibin. Ji dewreya Şehîd Edessa ya girêdayî akademiya Şehîd Xanê duh bi merasîmekê leşkerî 12 şervanên din ên jin piştî perwerdeyê, soz dan û tevlî YPJ-Şengal bûn. 

Fermandara YPJ-Şengal Besê Şengal, Hêlîn Êzidî û gelek şervanên din ên jin tevlî merasîmê bûn. Di merasîma leşkerî de fermandara YPJ-Şengal Besê Şengalî axivî û got: “Komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Adulah Ocalan de hatiye kirin em şermezar dikin. Serketina li Kobanê serketinek gelek mezin bû û em wek YPJ-Şengal vê serketinê pîroz dikin. Ji bo berdewamiya vê serketinê jî em bang li hemû jinên ciwan ên Êzidî dikin ku tevlî YPJ-Şengalê bibin. Tenê em dikarin bi vî awayî bi hêz û mezin bibin.”
  
Piştî axaftinan şervanan soz dan û tevlî nava refên YPJ-Şengal bûn. Şervanan govend gerandin û bi qîrîna dirûşmeyan dawî li merasîmê anîn.

Güncelleme Tarihi: 18 Şubat 2015, 14:38
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER