Zimanê propaganda yê namzeta HDP'ê Ferîde Pekmezcî Erebî ye-HAT NÛKIRIN

Li Edeneyê ku hejmareke zêde ya Erebên Elewî lê dijîn, xebatên ji bo hilbijartinên giştî bê navber dewam dikin. Namzeta rêza 8. a HDP'ê Ferîde Pekmezcî li vê herêmê bi zimanê xwe yê dayikê diaxive û li pirsgirêkên gel guhdarî dike.

Zimanê propaganda yê namzeta HDP'ê Ferîde Pekmezcî Erebî ye-HAT NÛKIRIN
 Li Edeneyê ku hejmareke zêde ya Erebên Elewî lê dijîn, xebatên ji bo hilbijartinên giştî bê navber dewam dikin. Namzeta rêza 8. a HDP'ê Ferîde Pekmezcî li vê herêmê bi zimanê xwe yê dayikê diaxive û li pirsgirêkên gel guhdarî dike. Peynîrcî li eleqeyeke mezin rast tê.


Edene ku weke 'bajarê paletiyê' tê dîtin, tevî xizanan weke cihekî jiyana bi hev re ya çandan tê naskirin. HDP a ku hemû çand, bawerî û ziman li hev civand, bi profîlên namzetên xwe yên li Edeneyê re balê dikşîne. Namzeta rêza 8. a HDP'ê Ferîde Pekmezcî, ku di xebatên xwe yên li navçeyên Karataş, Kazanli û Yûmûrtalikê bi zimanê xwe yê dayikê bi Erebî diaxive, li eleqeyeke mezin rast tê. Her wiha strana HDP'ê ya bi Erebî ya ji bo hilbijartinê jî li Edeneyê rastî eleqeyeke mezin tê. Namzeta HDP'ê ya Edeneyê Pekmezcî di xebatên xwe yên hilbijartinê de balê dikşîne ser polîtîkayên asîmîlasyonê û zexta li ser zimanê Erebî û baweriya Elewiyan.

Ferîde Pekmezcî anî ziman ku Erebên Elewî yên ji xwecihên Edeneyê ne, kêfxweş in ku siyasetmedareke bawerî, ziman û çanda xwe derdixîne pêş dibînin. Pekmezcî da xuyakirin ku cihgirtin an jî cihnegirtina wê li Meclîsê zêde ne girîng e, ya girîng cihgirtina HDP'ê li Meclîsê ye û destnîşan kir ku eger HDP biçe Meclîsê wê hemû astengiyên li pêşiya çand û baweriyan ên li Tirkiyeyê ji holê werin rakirin.

Pekmezcî da zanîn ku li herêmên piraniya şêniyên wê Erebên Elewî ne, danûstandina bi zimanê dayikê di nava gel de rê li ber hesta aydiyetê vekiriye û got, "Haya beşeke mezin a gel jê nîne ku zimanê wan ê dayikê bi tinebûnê re rû bi rû ye. Lê cara yekemîn dibînin ku siyasetmedarek li herêmên Erebên Elewî lê dijîn, bi zimanê Erebî tê axivîn. Êdî gelê me dibîne ku em li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ne. Divê em hesta aydiyetê bi pêş bixînin. Ez bawerim ku wê li Edene û Hatayê bi nasnameya Erebên Elewî wê di bin sîwana HDP'ê de biçin Meclîsê û nîşan bidin ku gel bi çi rengî di bin zexta asîmîlasyonê de ye. Ne girîng e ez bêm hilbijartin an jî neyêm hilbijartin. Ya girîng ew e ku hevalên me yên alîgirê jiyana wekhev a gelan e, cihê xwe li Meclısê bigirin. Armanc ji xwe ev e."

Pekmezcî da xuyakirin ku armanca sereke ya Erebên Elewî ew e ku Tirkiye bes alîkariyê bide çeteyên selefî û diyar kir ku çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê Elewiyên Ereb dixin nava fikaran. Pekmezcî got, "Bi awayekî vekirî bi TIR'an re alîkariya çekan ji çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê re tên şandin. Di vê mijarê de gelê me ji şoreşa Rojava re şahidî kiriye. Têkoşîna bi bandor a HDP'ê ya li hemberî van çeteyan dibîne. Em ê jî heta dawiyê vê daxwaza gelê xwe biparêzin."

Güncelleme Tarihi: 29 Mayıs 2015, 13:58
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER