9 şervanên YPG'ê li Rennesê hatin bîranîn

9 şervanên YPG'ê yên di 22, 23, 24 û 26'ê Sibatê de li Til Hemîs û Til Temirê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, li Rojavayê Fransayê bajarê Rennesê hatin bîranîn.

Malbata şervanê YPG'ê Mûhammed Işiklar bi nasnav Berxwedan Varto yê di 2012'an de li gundê Xêbiş ê Til Temirê jiyana xwe ji dest da, li gel Kurdistaniyan li Navenda Civaka Demokratîk a Rennesê civiya û 9 şervanên YPG'ê bibîr anîn.

Di axaftinên li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê de, dilsoziya bi têkoşîna wan re hat bilêvkirin. Di axaftinan de hat ragihandin ku têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd di dîroka cîhanê de deng vedaye. Hat ragihandin ku hem bexwedana Rojava hem jî berxwedana li Şengalê şerê ji bo mirovahiyê ye. Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Kobanê" bi dawî bû.

Güncelleme Tarihi: 02 Mart 2015, 10:28
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER